Li Arjantînê di çarçoveya civînên jineolojiyê (Zanista Jinê), du rojan kampa jineolojiyê hate vekirin. 80 nûner û çalakvanên tevgerên jinan ên ji welatên cihê yên Emerîkaya Latîn tevlî kampê bûn. Li kampê, behsa dîroka jinê hate kirin, aktîvîteyên hunerî çêbûn û her wisa sînevîzyona yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sakîne Cansiz jî hate nîşandan.
Piştî panel û semînera li Arjantînê, du rojan Kampa Jineolojiyê hate lidarxistin. Ji Arjantîn, Hondûras, Şîlî, Ûrûgûay û Kolombiyayê nûnerên tevgerên jinan, femînîstên otonom, akademîsyen û endamên tevgerên ciwan û civakî tevlî kampê bûn. Kamp ji aliyê Komîteya Hevgirtina bi Kurdistanê re hate lidarxistin. Endama Komîteyê Natalia Benavides diyar kir ku armanca jineolojiyê ronîkirina civakê ye.
Di roja destpêkê ya kampa Jineolojiyê de Zîlan Diyar qala dîroka tevgera jinan a Kurd û pêvajoya guherîn û veguherîna wê kir.
Êvarî jî bi stranên Spanî û Kurdî çalakiyê dewam kir.
Di roja duyemîn de jî li sînevîzyona li ser Sakîne Cansiz hate temaşekirin. Piştre jî rexneyên jineolojiyê yên li zanistên civakî û rêbazên lêkolînê hatin vegotin. Piştî nîqaşan li du sînevîzyonên li ser projeya JINWAR’ê hatin temaşekirin.
Dezgeha broşur û pirtûkên li ser Jineolojî û tevgera jinan a Kurd jî du rojan vekirî ma.
BUENOS AIRES