8ʼê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek deverên Ewrûpayê hatin pîrozkirin. Nexasim çalakiyên li Elmanya, Holanda, Franse, Awusturya, Swêd û Yewnanistanê bi coş bûn. Rengê kurdistanî yê jinan xwe li rengê jinan ê navneteweyî zêde kir.
Li gelek welatên Ewrûpayê, jin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin qadan û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi coş pîroz kirin.
Li bajarên Kîel, Hîldesheim, Munchen, Freiburg û Kolnê çalakiyên bi coş pêk hatin.
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê jin meşiyan. Di meşê de alên YPJ’ê û posterên jin ên pêşeng ên şoreşger hatin hildan.
HAMBURG
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê heta navenda bajêr meşiyan. Piştre mîtîngek li dar xistin.
8’ê Adarê li bajarê Braûnschweîng û Kasselê ên Elmanyayê bi meş û çalakiyên cihêreng hat pîrozkirin.
Li bajarê Munchen ê Elmanyayê 8’ê Adarê li Marîenplatzê ya li pêşiya Şaredairya Munchenê bi meşekê hate pîrozkirin. Tevî Meclîsa Jinê ya Sara her wiha zêdeyî 30 saziyên jinan tevlî meşê bûn. Belavoka Tevgera Jinên Kurd a ji bo 8’ê Adarê di çalakiyê de hate xwendin.
BERLİN
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê Cîhanê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hate pîrozkirin. Jin ên ciwan ên beşdarî çalakiyê bûn dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” qîriyan. Çalakî bi govend û stranan bi dawî bû.
8’ê Adarê li Kolnê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Li gel baranê jî gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Piştî meşa 3 saetan mîtîng hate lidarxistin.Mîtîng piştî axaftinan bi şahiyekê bi dawî bû.
Li Holanda, Franse, Awusturya, Swêd û Atînayê
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê, 8’ê Adarê bi meşekê hate pîrozkirin. Bi pêşengiya komên femînîst ên Fransayî bi hezaran kes li Place de I’Europe li hev kom bûn û meşiyan. Jinên Kurd jî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “La femme, la vîe, la lîberte” beşdarî meşê bûn.
Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta Danîmarka Kopenhagenê li taxa Îshojê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.
Li paytexta Yewnanistan Atînayê pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li qada Akademîasê bi konserekê dest pê kir. Piştre jin ber bi Parlamenta Yewnan ve meşiyan. Jinên Kurd di meşê de posterên Rêber Abdullah Ocalan û alên YPJ’ê hildan.
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û aktîvîstên jin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyeke hevpar pîroz kirin.
8’ê Adarê li paytexta Holanda Amsterdamê bi çalakiyekê hate pîrozkirin. Jinên Kurd, Arjantînî, Fîlîpînî, Îranî û Hollandayî beşdarî çalakiyê bûn. Piştre bi hezaran jin jiDam Pleînê ber bi Mûseûm Pleînê meşiyan.
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Goteborg û Orebro yên Swêdê bi xwepêşandan, panel û konferansan hate pîrozkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Em alîgirê jiyanê ne
Ji bilî bajarên Bakurê Kurdistanê, li gelek bajarên Tirkiyê jî jinan 8ʼê Adarê bi çalakiyên girseyî yên mezin pîroz kirin.
Jin, bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Mêrsîn, Antalya, Edene û Hatayê kom bûn û meşên şevê li dar xistin. Jinan di meşê de nerazîbûna xwe xwe li dijî tundiya jinan anîn ziman û diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya li dijî mêrê serdest û ji bo parastina jiyanê dewam bikin.
Li Edeneyê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Seyhanê de “Koroya Hezar Jinan” li dar xistin.
Platforma Jinan a Antalyayê jî bi heman armancê li Parka Aydın Kanza kom bûn û heta Qada Cumhuriyetê meşiyan.
Jin li Sê Deriyan jî xwestin Meşa Jinan a Femînîst li dar bixin. Gelek jin kom bûn û xwestin bimeşin. Lê polîsan bend danîn û destûr nedan bimeşin. Jinan astengiya polîsan bi çepik, tilîlî û dirûşeyan şermezar kir.
Li Mêrsînê jî Jinên Feminist meşa şevê li dar xistin û diyar kirin ku ew li dijî hêza mêrê serdest, alîgirê jiyanê ne. Jinan li Antalya û Hatayê jî meş li dar xistin.
Di 13’emîn Meşa Feminîst a li Enqereyê de jin li dijî şer û dagirkerî û kedxwariyê li Kolana Skaryayê meşiyan. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Şirnexê jî li Cizîrê şahiyek li dar xist.
Jinan benda polîsan derbas kir
Jinên femînîst ên ji bo 8’ê Adarê xwestin bimeşin rastî qedexeya walitiya Stenbolê û benda polîsan hatin. Jinan qedexe û bend derbas kirin û meşa şevê li dar xistin. Polîsan bi gaza îsotê mudaxaleyî jinan kir û gelek kes kirin binçavan.
Jinên ku li Qada Taksîme kom bûn û xwestin bimeşin Kolana Îstîklalê rastî biryara qedexeya Walîtiya Stenbolê û benda polîsan hatin. Lê jinan qedexe û astengiya polîsan nas nekir û meşa xwe dewam kirin. Jinan bi dirûşmeya “Ji înadê re serhildan” dest bi meşê kirin. Jinên ku li pêş avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn û di bin dorpêça polîsan de dest bi meşê kirin, berê xwedan Kolana Îstîklalê. Jin li Kolana Sıraselviler hatin astengkirin. Jin piştî demekê rastî benda polîsan hatin, dîsa xwestin bimeşin. Vê carê polîsan bi hinceta qedexe ye bi bombeyên gaza îsotê êrişî meşa jinan kir û gelek jin binçav kirin.
MA/STENBOL