Piştî ku bi biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) şaredariyên Baxler a Amedê, 3 navçeyên Wanê û beldeyeke Dîgor a Qersê, bi awayekî neqanûnî ji HDP´ê hatin standin, nerazîbûna Kurdan û nûnerên wan zêde dibe.

Berdevkê HDP’ê, Saluhan Oluç biryara YSK’ê ku pê şaredariya kesên bûbûn mexdûrê biryarên di hukmê qanûnê de (KHK) hat betalkirin, rexne kir û got, “Ev kemîn e. YSK bi vê biryarê Tirkiyeyê dixe nava kaosê. Ev biryar komploya siyasî ye.”

Oluç li Navenda Giştî ya HDP’ê ya li Enqerê, di civîna çapemeniyê de got, biryara YSK’ê kemîn e: “Ev biryar berê hatiye plankirin. Komploya siyasî ye. YSK’ê kemîn li pêş me danî. Em bûn şahid ku Dadgerên Tirkiyeyê kemîn danîn. YSK’ê dikarîbû van kesên bi KHK’ê hatine îxrackirin, neke namzet. YSK, der bare her tiştî yên hewce û ne hewce de, giştînameyan amade dike. Lê têkildarî vê mijarê giştîname amade nekiriye. Em berê li dijî vê yekê derketin û me got, li dijî hiqûqê ye. YSK’ê bi vê biryarê li dijî vîna gel darbe kir. Eşkere qeyûm tayînî vîna gel kirine. Di hilbijartinan de  têk çûn, û bêyî ku mazbata bidin qeyûm tayîn kirin.”

Ji bo kaosê ev kirin 

Ji bo deverên katin ber darbeya YSK´yê Oluç got, “Li li navçeya Tûşba HDP’ê ji sedî 53 û wê (AKP) ji sedî 39 deng wergirtin. Li Artemêtanê HDP’ê ji sedî 54, wê ji sedî 42, li Çardêranê HDP´ê ji sedî 53 deng stend. Li Baxlerê HDP’ê ji sedî 71´ê dengan wergirt. HDP di hilbijartinê de bi ser ket, lê YSK li şûna mazbata bide, partiya serketî mazbata daye partiya bi bin ketî. Ji bo Tirkiye têxin nava kaosê biryarek wisa dan.”

Darbeya AKP´ê komploya YSK´ê

KCDK-E’yê li ser biryara YSK´ê got, AKP ‘’bi YSK’ya komploger re, vîna gel desteser dike. Erdogan ê dîktator bi destê YSK’ê li dijî vîna gelê Kurd bi komployeke siyasî, kemînek daniye.’’

KCDK-E diyar kir ku bi vê biryarê re ‘’darbe’’ hatiye kirin û ev ‘’êrişeke li dijî vîna gelê Kurd’’, ‘’li dijî HDP’ê û gelê Kurd jî, ku bi biryara stratejîk derb li tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê xist, tolhildan e’’.

KCDK-E’yê bang li gelê Kurd kir ku li dijî vê darbeya li vîna gelê Kurd û HDP’ê dakeve meydanan û helwêsta xwe ya demokratîk nîşan bide.

KCDK-E’yê herî bang li dewlet û saziyên Ewrûpayê jî kir da ku, li dijî vê biryara AKP’ê ya bi destê YSK’ê helwêstê nîşan bidin, bes dîktatoriya Erdogan biparêzin û karê xwe yê eslî bikin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN