Kijan şerî hesir û mirî li dû xwe nehişt?       Kijan şerî jiyan nebirî, siruşt nekuşt?
Û di kîjan şerî de xwînrêjan destên xwe bi xwînê neşûşt?

Xwîn; ya ku di laşê her mirovî de digere!
Xwîn; ya ku her mêlakê ker ker, dike pare pare…
Duh jî rijandin, niha jî têrêtin, dirije:
—Kî dirijîne?
—Vê xwînê kî nasekinîne?

—Hûn…hûûnnnnnn…hûûûûnnnnnnnnn!

Ya we çavsorî ye, berêzan!
Ya we xezaba Xwedê ye, xwediyên text û payîtextan!
Ya we, wekî vê gotina pêşiyan:
Xwîn ketiye çavên weeeee, xwîîîînnnnnnnnnnnn!

Generalekî  we dibêje, ‘me dest danî ser Qur’ane, çekê, û alê… û me sunda hişk xwariye, ku ev welat nebe qet qet, perçe perçeeeee!

—Her dilopa ku dirije, vî welatî perçe dike!
—Her dilopa xwînê welatekî narûxîne, welatekî ava nake?
—Her dilopa ku dirije berêzan; ne hew axê; mêlaka diyê, ya xuşkê, ya birê… dike pare pare:

Çiyê me perçe nebû? Çiyê me ma, ku nebû ker ker? Her piçehez veneguherî nifrînê? Her ku destê aştiyê xwest derman bike birînê; kê got, ‘heta dawî şerrrrrrr’?

De… birijînin, biherikînin! Biherikînin, pilînekî! Biherikînin cubar cubar, çemk çemk, şetikî!
Ka, ku kitek ji me nemîne li ber tofana vê xwîne!

Werin; beriya şapê, lehiyê, tofanê….di welatê kuştinê de em kuştinê bikujin! Werin; di welatê mirinê de em mirinê bikujin! Werin di welatê xwe de ne xwe û ne jî hevdu bikujin?

Lê hûn dikujin: Ketûber, hişk û ter, sor û zer; yê bi pî, yê bi per! 
Û  hûn dibêjin, ‘heta ku kitek bimîne’!..

De bikujin:
Yek, çar, sê, şeş, du, heft, pênç,  heşt, neh, deh, yazdeh…
Siharê 11, êvarê 11.
Peeeeehhhh peeeehhhhhhh peeeehhhhhhhhhhhhh
Wê çi zû ji bîr kir 40 hezar mirin?
Û we çi zû 11 kuştin xist şûna yê ku hatine ji bîrkirin?

Bijimêrin ji yekê hata 40 hezarî?
Paşê 11an bi ser vekin!

Gotina kurt î kin: Ji bêzarî gur dadide kerî!
Gotine, ‘ku mirina mîriwê bê, pê ve tên perî!
Û gotine, ha serê mîrê min ha ev serî…

Heta ku serê we ev serî be; heta ku dilê we hişk mîna berî be; heta ku rêberê we qijak, torîk serwerî be; û heta ku yekê we bi sedî be...?

Hûn;  ên ku ji tirsan di kozikê de li qelavîzkan;
Hûn; ên ku xwediyê F 16 an, heronan, topan û tenqan;
Hûn; ên ku xwedî rabirduyeke 600 salî
Hûn: ku xwedî wezîr û kizîr, qeymeqam û walî…Hûn bi Xxwedayê şev û rojê kin; ji min pê ve kê karî serê xwe li we bihejîne?

—Salek, du, sê, deh, bîst, sih…kê karî di qada şer de wisa serî li we bigerîne?

Cara çendê ye, ku hûn çavên zer di nava kayê de dibînin!
We dît, û dîsa jî, û soxî û herî dawî; min got aştî, we got şer!
Min got ‘heq, hiquq, dad’; we got ‘va kelepçe, va girtîgeh’; min got ‘bi hev re jiyîn’, we got ‘vaye sînorên misak î millî’;  min got ‘biratî, we got  jixwe em bira ne ji hezarê salan ve’; min got ‘wekhevî, we got vaye hûn wekîl û wezîr in’; min got ‘zarok in, kevirek avêtine seyên we’; we got ‘ne em in ên ku kuçik didin xatirê xwedî’….

We xatirê kê girtiye ku hûn bibêjin, ‘ ev jî xatirê xatiran’!
We xatirê kê girtiye, ku hûn xatirê zarokan bizanin?
Ma ne hûn bûn ên ku zarokên 7 salî û kalên rihspî, kalên piyekî wan li vî alî yek li wî alî,  li vê qadê li wê qadê, li ber vê qişleyê, li ber wê mizgeftê ne pirs ne bersiv, ne dadgeh ne daraz, di berê spêdeyên teng de hejandin hêlan-hêlan ?

Werin, em fatîheyekê bixwînin li ser ruhê biratiyê!
Werin, em termê wî welatî li ser darbestê bikin, û bi hev re têkevin binê:
Werin em tiştekî hilbêjêrin ji xwe re: jiyaneke bi hev re, an her roj mirinê?
Beşek ji berhema nû, Gorî û Bindest, Arjen Arî, Vebêjî, Wş.Ronahî, 2012