Cenazeyê şervana YPJ´ê Jiyan Cudî (bi navê medenî Emîne Pirî) li ser daxwaza malbatê û xalê wê Mûsa Hatîfî, pêr danê êvarê ji Rojavayê Kurdistanê birin Başûrê Kurdistanê. Cenaze ji vir jî bi konvoyeke qelebalix birin Şehîdgeha Mehmed Karasûngûr a Herêmên Parastinê yên Medyayê û li vê derê bi beşdariya dehan gerîlayan û girseya gel, merasîmek hat lidarxistin.

Di merasima cenaze de Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, endama Rêveberiya KJK’ê Newroz Şemzînan, ji Rêveberiya KODAR’ê Mezlûm Heften, fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar û xalê şervana YPJ’ê Jiyan Cûdî Mûsa Hatîfî amade bûn.


"Şoreşa jinê bi pêşengiya Jiyanan"

Piştî merasîma leşkerî Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta li ser têkoşîn û berxwedana Jiyan Cûdi axivî û got, “Hevala Jiyan weke bi sedan keç û xortên vî welatî bi ruhekî fedayane û bi zanisteke mezin ji bo azadiya jinê û gelê xwe berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û tevlî berxwedana rûmetê bû. Di êrîşên li Til Temirê de berxwedaneke bê hempa nîşan da û şehîd bû.”

Avesta wiha  dirêjî da axaftina xwe; “Em ji malbata hevala Jiyan Cûdî  û hemû Gelê Kurdistanê û ji Rêber APO re sersaxiyê dixwazin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê Şoreşa jinê ye. Bi pêşengiya Destînan, Arînan û Gulanan dest pê kir û îro jî bi pêşengiya Jiyan Cûdî dimeşe. Em soz didin hevala Jiyan ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî em dev ji vê dozê bernadin. Ne bi tenê çeteyên DAIŞ’ê, hemû cîhan bibe yek jî nikare azadiya gelê Kurd ji destê wî bigire.”


"Êrîşên li dijî Kurdistanê nikarin şoreşê têk bibin"

Sozdar Avesta hemû hêzên dijberên Tevgera Azadiya gelê Kurd hişyar kirin û got: “Em careke din ji hemû hêzên dijberî gelê Kurd re dibêjin, êrîşên li dijî Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê nikare şoreşa me têk bibin. Hemû êrîşên li Kurdistanê wê bi fedayitiya Jiyanan bên pûçkirin. Em ê di kesayeta hevala Jiyan Cûdî de di xeta azadiyê de dildarê vê xetê bin û em ê têkoşîna azadiyê bi ser bixin. Em careke din dibêjin; hevala Jiyan bila çavên te li dû te nemînin, em ê vê tekoşînê bibin heta serketinê” û axaftina xwe bi dawî kir.


"Jiyan Cûdî şehîda gelê Kurd e"

Piştî  axaftina Sozdar Avesta, Xalê şervana YPJ’ê Jiyan Cûdî Mûsa Hatîfî jî hest û ramanên xwe vegotin: 

“Ez di serî de  li ser navê malbatê dibêjim, serê Rêber APO, Tevgera  Azadiya gelê Kurd, serê gerîlayên serê çiya, YPG û YPJ’ê sax be. Ez hêvîdar im ku hemû hêzên Kurdistanî yekitiya xwe ava bikin û nehêlin ku siyaseta qirêj li ser gelê me tê meşandin bi ser keve. Ez dibêjim şehîd, şehîd Jiyan şehîda gelê Kurd e.”

Jina Rojhilatî ya bi navê Ronahî jî di dema definkirina Jiyan Cûdî  de balkişand ser têkoşîna gerîla û peyama yekîtiya neteweyî da hêzên Kurd û got, "Jiyan Cûdî bi heskirin û vîneke azad û çeka xwe hemû sînor derbas kirin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî xwe feda kir. Çima em van sînorên li ser meferzkirî nikarin bişkînin." 

Di merasîmê de li ser Jiyan Cûdî helbest hatin xwendin. Dema ku şervana YPJ’ê Jiyan Cûdî spartin axê, gel û gerîla dirûşmeya “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” gotin.


 ROJNEWS / QENDÎL