Welîd Şêxî yê 35 salî ku 5 zarokên wî hene, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên 15’ê îlona 2014’an ên li ser Kobanê, bi malbata xwe re koçî Bakurê Kurdistanê kir. Piştî ku şervanên YPG/YPJ’ê kanton ji çeteyan paqij kir malbata Welîd jî vegeriya xaka xwe.
Dema vegeriyan, mala wan a li taxa Şehîd Moro ya li nêzî Qada Azadiyê ku şerên dijwar lê çêbibûn, wêran bibû. Tenê embar û xwaringeha wî ya ku beriya êrîşan tê de felafil çêdikirin, mabûn.
Welîd embara malê paqij kir û bi 5 zarokên xwe û hevsera xwe re te de bi cîh bû. Welîd ji bo ku debara xwe bike jî, xwaringeha felafilan ji nû ve vekir.
Ji ber ku derfetên wî nîn in û amûrên xwaringehê yên berê jî xirab bûne, Welîd alav bi destan çêkirine. Herdu zarokên xwe yên bi navê Ehmed û Nalîn jî fêrî vî ki.
ANHA/KOBANÊ