Vegera ber bi Kobanê ve ji ber serketina berxwendanê ye
Di rojên destpêkê yên êrîşên bi ser Kobanê de, esnafan dikanên xwe girtin, lê niha gelek esnafan deriyên dikan û kargehên xwe vekirine. Dikanên weke dermanxane, market, qesab, mîwe û zebzefiroş, dikanên amûrên elektronîk hatine vekirin. Piştî berxwedana destanî ya YPG’ê, hema bêje li bajêr jiyan mîna rojên beriya şer e. Piştî ku rojên dawiyê hêzên YPG/YPJ’ê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê xistin û berxwedana xwe xurttir kirin, baweriya bi YPG’ê zêdetir bû û vegera bo Kobanê jî zêdetir bû.
´Em dest ji Kobanê bernadin´
Li Kobanê nîşaneke din a jiyana normal a li bajêr ew e ku zarok li kolanan baz didin û ji xwe re dilîzin, jin jî li ber deriyan sohbet dikin. Yek ji kesên ku roja destpêkê ji Kobanê koçber û careke din vegeriya dayika sê zarokan a bi navê Edlê Xelîl e. Dayika ciwan diyar dike ku ew cara destpêkê ji ber tirsa psîkolojîk koçber bûne û piştî berxwedan û baweriya YPG’ê vegeriyane bajêr. Edlê Xelîl da zanîn ku ew dê li gel YPG’ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û wiha dibêje: “Ji vê kêliyê û şûnde em tu carî dest ji Kobanê bernadin. YPG li ber xwe dide, em pê bawer in ku dê me biparêze.”
Yek ji wan kesên ku roja destpêkê çûne Mihemed Muslim Elî ye. Elî jî piştî berxwedana YPG’ê vegeriyaye û dikana xwe ya li navenda bajêr ku berhemên petrolê difiroşe vekiriye. Elî da zanîn ku piştî hate dîtin ku berxwedana li dijî êrîşên DAIŞ’ê xurt dibe, ew vegeriyane bajarê xwe û wiha dibêje: “Van rojên dawiya bi hezaran kes vegeriyan. Dikana min nêzî deriyê sînor e. Ez bi çavên xwe dibînim. Her roj bi hezaran mirovên me vedigirin û em dê tu carî dest ji Kobanê bernedin.”
Mirina li nav şerî ne ya li ber deriyan
Li Kobanê kî objektîfan, kamerayan dibîne, ji 7 heta 70 salî her kes nîşana serkeftinê nîşan didin û baweriya xwe ya bi berxwedana bêhempa ya YPG’ê aşkere dikin. Li navenda bajêr kesê bi navê Feyad Berkel ê 65 salî, bi keleşînkofa xwe bala me dikişîne. Berkel diyar dike ku ew bi awayeke dildar tevlî nav refên hêzên ewlekariya nav-xweyi ya bajêr bûye. Berkel dibêje: “Em dê di nava heriya Kobanê de bimirin, lê em teslîmê DAIŞ’ê nabin.” Piştî van gotinên Berkel, kesên li derdorê dirûşima “Bijî Berxwedana YPG’ê” dibêjin.
´Em hatine tevlî şer bibin´
Ya balkêş ew e ku herî zêde kesên ciwan vedigirin Kobanê. Ciwanên Kurd ên ku vegeriyane bajarê xwe dibêjin: “Em hatine tevlî şer bibin. Dê destê qirêj ê DAIŞ’ê negihe axa me.” Her çendî şerek dijwar li Kobanê heye, lê Kobanê weke xwe maye. Baweriya bi berxwedana şervanên YPG’ê her roja ku diçe zêdetir dibe. Hema bêje jiyan vedigere mîna rojên beriya şer. Ji bo sîstema ewlekariya navxweyî ya bajarê Kobanê, li hemberî hemû tehlûkeyan tedbîrên xurt hatine girtin.
SEDAT SUR/KOBANÊ
Li Kobanê bereya berxwedana dayikan
Dayîkên herêma kobanê ji bo zarokên xwe yê di eniyên şer de xwarinê amade dikin û ji wan re dişînin.
Ji destpêka ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li dijî herêma Kobanê ve, dayîkên herêmê bi awayekî komî seferber bûn û her yek ji wan li gorî derfet û zanebûna xwe xwedî li berxwedana Kobanê derdikeve. Hin dayîkan çek hildane ser milên xwe û bi israrin ku Kobanê ji çeteyan biparêzin û nehêlin çete derbas bibin. Dayîkên din jî ji bo şervanên xwe yên YPG'ê xwarinê rojane xwarinê amade dikin û ji wan re dişînin qadên şer.
Dayîk dibêjin ku keç û xortên wan (şervanên YPG/YPJ) li cihên şer in û nayê qîma wan ku li malê rûniştî bimînin. Li gorî dayîkan, her kesê xwedî wijdan û namûs divê xwedî li Kobanê ya birîndar derkeve.Dayîkan bang li hemû Kobaniyên ku çûne Bakûrê Kurdistanê û deverên din kir ku yekser vegerin Kobanê û wê ji DAIŞ'ê biparêzin.
KOBANÊ
Berxwedana bijîşkan
Xebatkarên tenduristiyê yên herêma Kobanê li bajar û li eniyên şer ji bo dermankirina birîndaran 24 saetan di nava seferberiyê de ne.
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê careke din di 15'ê îlonê de ji aliyê sê aliyan ve êrîşî herêma Kobanê kirin, ekîpên tenduristiyê yên meclîs û wezareta tenduristiyê dermankirina şervanên YPG/YPJ'ê û welatiyên herêmê yên birîndar girtin ser milê xwe. Tevlî kêmbûna derman û alavên pêşketî jî ekîp bi hemû derfetên xwe tevlî berxwedanê bûn.
Li bajarê Kobanê 30 bijîşk ku 15 ji wan ên zarok, jin, hestî, hundir û giştî ne tevî 15 kesên alîkar nexweşxaneyek amade kirin. ji bo eniyên rojhilat, başûr û rojava ambolans û akîpên tenduristiyê hatin şandin da ku bi awayekî lezgîn birîndaran derman bikin. Li herêmên ev 15 roj in şer û pevçûnên dijwar diqewimin, tevî vê jî bijîşk û xebatkarên tenduristiyê bi moraleke bilind dixebitin.
Xebatkarên nexweşxaneyê ji bo xwedîderketina li birîndaran bi riyekî hevaltî di nava seferberiyê de ne. Ji bo xizmetkirinê xebatkar ji saetên sibê heta dawiya şevê ranawestin.
Di demên vala de xebatkarên nexweşxaneyê li hev kom dibin û her yek li gorî zanebûna xwe hunerekê pêşkêş dike. Hin ji wan li tembûrê didin. Li wir hemû bi hev re stranên Baqî Xido dibêjin.
Dema ku birîndarek jî tê hemû xebatkar bi hev re ji bo pêşwazîkirinê seferber dibin û tişta tê xwestin dikin.
Xebatkarên nexweşxaneyê gotin ku gelê Kobanê bi hemû beşên xwe berxwedêr e û heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî li ber xwe dide. Wan diyar kirin ku ji bo parastina rûmet, namûs û xaka welatê xwe ya pîroz ew amade ne canê xwe jî feda bikin.
KOBANÊ