Ev çîrok û rîvayet hêj di nava dev û zimanan de belav dibin. Şivanê 66 salî Cemîl Geçer ê ku 30 salin li Çiyayê Kirklarê şivaniyê dike, anî ziman ku ji rojhilat heta rojava şivaniyê dike û jiyana wî bi Çiyayê Kirklar re bûye yek perçe. Geçer, anî ziman ku wî ciwanî û piraniya temenê xwe li Çiyayê Kirklarê derbas kir û niha Çiyayê Kirklarê ji bo xwe kiriye mesken.
Geçerê ku bi şal û şapikê xwe û çefiya daye serê xwe balê dikişîne ser xwe bi şev û roj pezê xwe li vir diçêrîne û ji bo xwe vir kiriye qada jiyanê. Geçer ku her her tim bi nerîna baxçeyê Hewselê û Bircên Amedê xeyalên xwe mezin dike, 30 salin her serê sibehê saet di 06.00'an de pezê xwe ji malê derdixe û dibe li çiyayê Kirklarê diçêrîne. Geçerê ku serê sibê bi rojhilat re ji malê derdikeve heta êvarî rojava diçe malê. Geçer, anî ziman ku ji 16 saliya xwe de dest bi şivaniyê kir û 50 salin şivan e û wiha got: "Em ji Şemrexê hatin vir. Ev meskenê min ê duyemîn e. Mala min a duyemîn e. Em di sala 1979'an de li Amedê bi cih bûn. Wê demê em hatin li Kabê bi cih û war bûn. Leşker hatin gundê me û em hemû ji gund derxistin. Em li qada gund tev tazi kirin. Ez ji wê demê heta niha li Amedê dijîm. "
Geçer, destnîşan kir ku 50 salin şivaniyê dike. Em niha bi şivantiyê debara xwe dikin. Ez li vir şivaniyê dikim. Jiyana me û cîhana me karê şivaniyê ye. Ez bi nan û av gihiştim heta îro. Ez tenê carekê nexweş ketim. Ez tenê carekê nexşweş ketim û wê carê jî heta serê sibê li çolê mam. Serê sibê min bi zorê xwe avêt malê. Niha şert û mercên jiyanê ne pir9 baş in. Ez niha bi xwedikirina pez debara xwe dikim. Cîhana me jî ev e."
SERKAN KURT/DÎHA/AMED