Mirov heta sî salî bi taybetmendiyên mirovan dijîn. Piştî sî sal bi taybetmendiyên hin ajelan dijîn. Tê gotin dema ku Xwedê dinya ava kir, gazî mirov û çend ajelan dike. Pêşî gazî mirov dike û jê re dibêje. Mirov, min dinya ji bona xatirê we ava kir û ajel giş dê di bin fermana we de bin. Hûnê goştê wan bixwin. Li wan siwar bibin. Çermê wan li xwe bikin. Karê xwe bi wan bikin. Hûnê hemû kêmasiyên xwe bi wan bi cih bînin û jiyana we sî sal in!
Mirov gelekî li ber Xwedê digere, jê dixwaze ku temenê wan hinekî din dirêj bike. Li hemberê ewqas xweşiyê, jiyana xwe pir hindik dibîne.
Xwedê dibêje, baş e li wê derê raweste! Ez gazî ajelan bikim, pişt re temenê we bêjim!
Piştî mirov, gazî kerê dike. Ker tê li pêşberî Xwedê radiweste. Bi çavên xwe yên mezlûm her du guhên xwe bi jêr ve xwar dike û li benda dilovaniya Xwedê dimîne.
Xwedê dibêje, ker, min hûn anîne dinyayê ji bo ku hûn xizmeta mirovan bikin. Jiyana we dê di bin fermana mirovan de be. Ew dê li we siwar bibin û baran li we bikin. Di axuran de dê we girêdin. Pêwîst e ku hûn ji fermana wan dernekevin. Jiyana we sî sal in!
Ker dizire, rondik ji çavan têne xwarê, sere xwe rast û çap dibe û tîne. Xwedê jê dipirse, tu çima digirî? Ker dibêje, jiyana me pir dirêj e. Dê çawa di bin ewqas kar û baran de derbas bibe? Me hêviya dilovaniyê ji te dikir. Te em kirine bin barê mirovên bêdilovan. Ew dê çawa dilovaniyê li me bikin? Ez hêvî ji cenabê we dikim ku hûn vê rica min li ber çavan bigirin.
Xwedê dibêje baş e, bila jiyana we panzdeh sal bin! Panzdeh salên din jî ji mirovan re bin!
Ker bi kêmtemeniya xwe şad dibe û mirov bi dirêjbûna temenê xwe şad dibe.
Pişt re gazî seg dike. Seg tê li ber lingên Xwedê, her du lepên xwe dirêj dike û serê xwe datîne ser lepên xwe. Bi awirên melûl lê dinêre û li benda fermana xêrê radiweste. Xwedê dibêje, seg, min hûn anîne dinyayê ji bona ku hûn zêrevaniyê li malên mirovan bikin. Nehêlin diz û gur werin malên wan. Hûn ê li ber deriyên wan rawestin. Dema ew bixwazin, dê xwarina we bidine we. Pêwîst e ku hûn ji wane re sadiq bin. Ji fermana wan dernekevin. Temenê we jî sî sal in! Av ji çavên seg tê xwarê, dibe zûrezûr û ewtewta seg. Xwedê jê dipirsê, çima tu digirî? Seg dibêje, ez negirîm kî dê bigirî? Tu jiyana me dikî bin fermana mirovan. Heke tu dilovaniyê nîşanî me nedî, ew dê çawa dilovaniyê nîşan bidin? Jiyaneke ku her bi tirsa diz û guran be, dê çawa derbas be? Bi ser de jî, zikê me dê her birçî be. Jiyana li ber sir û seqemê û li derva ne jiyan e. Ez hêvî dikim ku tu jiyana me hinekî kêm bikî.
Xwedê dibêje, baş e, bila temenê we panzdeh sal bin! Panzdeh salên din jî ji mirovan re bin!
Seg bêdil dûvê xwe dihejîne. Bi dilekî nîv şad erê dike. Mirov jî ji şadiya dirêjbûna temenê xwe weke seg bi zimanê xwe dora lêvên xwe dialîse û spasî seg dike ku temenê xwe pir dît.
Dawiyê Xwedê gazî meymûnê dike. Meymûn bi qîjeqîj, bi leyîstok tê û disekine. Bi leqirdiyên ku dizanê dixwaze dilê Xwedê xweş bike da jiyaneke şad bide wî û nijada wî.
Xwedê dibêje, meymûn, min hûn anîn dinyayê ji bo ku mirov bi we dilxweş û şad bibin. Henek û tinazên xwe bi we bikin. Dê we di qefesan de bigirin. Li sûk û meydanan we bileyîzênin. Tiştên nîşanî we didin pêwîst e ku hûn bikin. Heke hûn nekin, dikarin li we bidin. We bifiroşin kesên din, heta dikarin we bikujin. Jiyana we jî sî sal in!
Meymûn li ber piyên Xwedê digirî û daxwaza temenekî kurt jê dike. Dibêje, Xwedayê min, em ê bi vî serê keçel, bi van diranên zîl, bi vî çermê qermiçî, bi vê lawaziya hêzê, bi van çavên şil çawa bijîn? Bi serda jî, em dê di bin fermana mirovan de bin. Bêhntengiya me ji me re pir tê. Mirov jî dê tinazên xwe bi me bikin. Nebûn ji bûyineke wisa çêtir e. Hûn dilovaniyê nîşan bidin û temenê me kêm bikin.
Xwedê dibêje baş e, bila temenê we panzdeh sal bin! Panzdeh salên din jî ji mirovan re bin! Meymûn panzdeh salan jî pir dibîne, lê nikare tiştekî bike. Mirov jî ji şadiya temendirêjiya xwe bi destên xwe paş serê xwe, bin çengên xwe, zikê xwe, her derên xwe mîna meymûnan dixwerîne. Li dora Xwedê li ser lingekî dizîvire. Tinazan dike da razîbûna xwe nîşan bide. Xwedê ji mirov re dibêje, here min hûn mirov anîn, lê hûn dixwazin jiyana ajelan jî bijîn.
Ji ber wê mirov heya sî salan weke mirovan dijîn. Ji sî heya çil û pêncan weke keran dixebitin. Ji çil û pêncan heya şêstan weke segan zêrevaniyê li malê ku berhevkirine dikin. Ji şêstî pêve mirov mîna meymûnan dibin û tinazî bi wan tê kirin.
Ez gelekî xweziya xwe bi pakweranên ku tenê bi taybemendiyên mirov jiyan û her di çavên hezkiriyên xwe de ciwan mayîn tînim.