Piştî ku êrîşên çeteyan ji meha sibatê ve li ser taxê giran bûn û bi sedan welatî birîndar bûn, barê Navenda Tendirustiyê ya Heyva Sor a Kurd a li taxê jî gelekî giran bûye.
Li ser zor û zehmetiyên ku rû didin hemşîreya bi navê Welai El-Omerî agahî dan û got: “Çeteyan riyên çûn û hatinê qut kirine, derman derbasî taxê nabin. Sivîlên rewşa wan giran ji nexweşxaneyên derveyî taxê re nayên veguhestin, lewma bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest da û didin.”
Bang li civaka navneteweyî kir
Welaî El-Omer anî ziman ku pêwîst e êdî civaka navneteweyî û rêxistinên alîkariyê berê xwe bidin taxa Şêxmeqsûd û dermanan bişînin.
Leyla Hesen ku li navenda tendirustiyê kar dike jî bang li rêxistinê mirovî kir ku li hemberî êrîşên li dijî Şêx Meqsûdê bêdeng nemînin û desteka alîkariya dermanan bikin.
Endama beşa Mudexeleya lezgîn Lava Omer jî da zanîn ku di beşa wan de madeyên hişbiriyê û odeyên emeliyatan tune ne.
‘Hêjmar wê zêdetir bibe’
Hemşîreya bi navê Ebîr El-Kurdî jî got eger rewş wiha dewam bike, êş û elemên şêniyên taxê wê zêdetir bibin û hejmara sivîlên ku jiyana xwe ji dest didin wê zêdetir bibe.”
ANHA/HELEB