Belgefîlm ji aliyê du rojnamegerên jin ve tê çêkirin, û ew ê derheqê jiyan û malbata Elçi û kurdayetiya wî de gelek agahiyan bide.
Derhênertiya belgefîlmê, Rabia Çetin û Sinem Babul dikin.
Her wiha hevjîna Tahîr Elçi, Turkan Elçi, zarok, heval û nasên wî di belgefîlmê de cîh digirin û banga dadweriyê dikin. Her du derhêner jî hewl didin ku belgefîlmê di demeke kin de hazir bikin û bigihînin roja salvegera qetilkirina Tahîr Elçî.
Tahir Elçî 28´ê Mijdara 2015´an, li navçeya Sûr a navendî ya bajarê Amedê, piştî daxuyaniyeke çapemeniyê li ser rewşa avahiyên dîrokî ku di şer de zirar dibînin da, li wir polêsên Tirk ew qetil kir.
STENBOL