Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêxo da zanîn ku gund û bajarokên Reqqayê yên rizgarkirî birêxistin dikin. Bi vê yekê jî ruhê jiyana hevbeş vejîn bibe. 

Şêxo anî ziman ku şêniyên herêmên rizgarkirî bi heyecan û dilgermî şervanên QSD′ê pêşwazî dikin û wiha domand: ″Piştî ku şêniyên Reqayê ji tarîtiya çeteyan rizgar bûn, çavên wan bi azadiyê ronî bûn û coş û heyecaneke mezin pêşwaziya şervanan kirin.″ Şêxo bi bîr xist ku ew li herêmên rizgarkiri komîteyên xizmetê ava dikin û got: ″Me rewşa şêniyên herêmên rizgarkirî şopand. Piştre me Komîteyên Xizmetê ava kirin da hemû pêdiviyên şêniyan peyda bikin. Ji bo parastina wan herêman jî me Komîteyên Parastinê ava kirin. Her wiha Meclîsên gundên rizgarkirî hatin avakirin.”

Alikarê nayê dayîn

Şêxo destnîşan kir ku ji ber firehiya herêmên rizgarkirî, alîkarî nagihêje şêniyên hin gundan, her wiha got ku tevî derfetên kêm destek didin şêniyan û wiha pê de çû: ″Ti Rêxistinên mirovî yên navneteweyî alîkariya şêniyên Reqayê nakin.″


ZANA SEYDÎ  / ANHA / KOBANÊ