El Hadî got ku plana wê demê li dijî berjewendiyên hemû pêkhateyan bû û bi vê yekê dixwestin vîna gelê me ya azad binpê bikin û têkiliya dîrokî ku temenê wê hezaran salane pûç bikin.
Hadî destnîşan kir ku êrîşa wê demê ku li dijî gelê kurd pêk hat, yek ji planên rêjîmê yên tevliheviyê yên li dijî destkeftiyên pêkhatiyên herêmê ji kurd, ereb û suryaniyan bû û ev tişt anî ziman: “Em li dijî tevlihevî û nijatperstiya ku ne di xizmeta gelê me de ye û ziyanî dighîne jiyana hevbeş û biratiya gelen, têdikoşin.”
El Hadî wiha pêl da axafina xwe: “Vîna gelê me dê hemû planan pûç bike, hêzên ku cihê xwe di êrîşa li dijî gelê kurd de girtibû, kesên şovînist û nezanin. Em ê her dem ji xurtkirina têkiliya di navbera hemû pêkhateyan, alîkarî û biratiya gelan, xebatên xwe bimeşînin. Vîna pêkhateyên herêmê dê bi serkeve û hemû plan û lîstokên hatine kirin wê têk biçin. Rêveberiya xweseriya demokratîk aramî bi xwe re anî. Me di hermên xwe de hemû plan vala derxistin. Em jî niha hemû pêkhateyên Cizîrê yek gel dibîjin û em amadene têkiliya xwe û biratiya heyî xurt bikin û li dijî planên şovînist û desthildaran ku di xwazin vîna gelê me teslîm bigirin û aramiya herêmê binpê bikin, derkevin.”
HAWAR HEBÛN / ANHA /GIRKÊ LEGÊ