Moderatoriya vê panelê ji aliyê Hîndekara Zanîngeha Bexdayê Ferah Sabir ve hat kirin. Ji Koordînasyona KJA’yê Ceylan Bagriyanik, ji Koalîsyona Jinê ya Tûnisê Saloûa Gûîga, Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Enwer Muslim bi sernavê “Serdestiya mêr a bi şoreşê re guherî” pêşkêşiyek kir. Muslim bal kişand ser şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û got, “Îro hemû nirx tên rizgarkirin.” Muslim işaret bi rola jinê kir û destnîşan kir, azadiya jinê azadiya civakê ye, têkçûna jinê jî têkçûna civakê ye.

Enwer Muslim diyar kir, jiyana hevpar, jiyana wekhev û azad rêya yekane ye û da zanîn, aktora herî çalak a şoreşa Rojava, jin e.

Ji Koalîsyona Jinê ya Tûnisê Saloûa Gûîga dûre mafê axaftinê wergirt û li ser mijara “Li cîhana Ereb, lêgerîna li azadiyê û tecrûbe” pêşkêşiye kir. Gûîga da xuyakirin, ku Ocalan ji bo aştî were Rojhilata Navîn û hemû parzemînên din ên cîhanê têdikoşe û destnîşan kir, divê li ser bingeha felsefeya Ocalan li dijî lîberalîzm, koledarî, kapîtalîzmê têkoşîneke xurt bê meşandin.


‘Şoreşa civakî bi azadiya jinê pêk tê’

Endama Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) Ceylan Bagriyanik jî bi sernavê “Rastiya şoreşê ya di nava şoreşê de” pêşkêşiyek kir û qonaxên têkoşîna dîrokî ya jinê vegot. Bagriyanik diyar kir, civakîbûn li dora jinê pêk tê û da zanîn, pirsgirêkên civakî xwe dispêrin koledariya li jinê hatiye ferzkirin. Bagriyanik destnîşan kir, eger şoreşa civakî wê pêk were, divê di bingeha vê de azadiya jinê hebe.


‘Jin li Rojava bi ser ketin’

Herî dawî Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah mafê axaftinê wergirt û bi sernavê “Di demokratîkkirina siyaset û civakê de şoreşa jinê” pêşkêşiyek kir. Abdullah şoreşa Rojava vegot û got, “Weke jin, em ne mecbûr in ne ji bo zilaman bijîn ne jî bimirin. Jin li Rojavayê Kurdistanê li qadên siyaset, jiyan û leşkerî bûn pêşeng.”

Abdullah diyar kir, ji bo ji holê rakirina pirsgirêkên cidî yên serdestiya mêr derdixîne pêşiya jinê, li Rojavayê Kurdistanê qanûnên xwe dispêrin mafên jinê hatine derxistin û destnîşan kir, şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye.


 SILÊMANÎ