Wê li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Biyolojiyê xwendiye. Du berhemên wê yên çapkirî ku ji kurteçîrokan pêk tên niha li ber destan e. Pirtûka wê ya yekem ‘Kirasê Teng’ di sala 2007’an de, ya duyem a bi navê ‘Destên Vala’ jî îsal ji nav Weşanên Avestayê derket.
Ew niha li Amedê dijî. Nivîskar Dogan diyar kir ku piştî çapkirina berhemên xwe li civaka ku di nav de dijî haydartir bûye û wiha axivî: “Nivîskar piştî çapkirina berhemekê, civata ku tevger û çîrokên wê tevlî pênûsa wî/wê bûye, bêhtir nas dike û li hin aliyên civatê yên veşartî bêhtir hay dibe. Çîrokên ku di nav civata ez lê dijîm de hîna zîndî ne, ji berhemên xwe re dikim mijar. Vê yekê hişt, piştî çapkirina berhemên xwe, bi her awayî li reaksiyonên civatê bêhtir hûr bibim. Kitêba “Kirasê Teng” rastî reaksiyonên gelek baş hat. Reaksiyonan ku hişt hem li wêjeyê, hem li gelek aliyên jiyanê bêhtir bifikirim.”

Tercîha çîroknivîsînê
Dogan der bar bijartina çîrokên di pirtûka xwe ya dawî ya bi navê ‘Destên Vala’ de anî ziman ku beriya berhema ‘Destên Vala’ xebateke din li ber destên wê bûye û wiha axivî: “ Lê atmosfera ku van demên dawî li bajarên Kurdan dijwar bûye, gelek bandor li derûniya min jî kir. Bûyer, tevger û çîrokên ku ber guhen min ber çavên min diketin, min xist nav psikolojiyeke din. Vê psikolojiyê gelek caran min ber bi zaroktiya min ve jî dahf da. Hevok û kêliyên ku ji zaroktiya min bi min re mabûn, wekî ku bi çîrok û bûyerên ku îro zarokên Kurd dijîn, di rihê min de ji nû ve saz dibûn. Û vê psikolojiyê hişt ez dev ji xebata di destê xwe de berdim û li van çîrokan hûr bibim.”
Di pirtûka Dogan ya bi navê ‘Destên Vala’ de piranî çîrokên ku ji şeran para zarokan dikevin, cih girtine. Gelek çîrokên pirtûkê bûyer û kêliyên ku îro zarokên Kurd dijîn, an jî jiyane, tînin bîra me. Dogan li ser terciha xwe ya çîroknivîsînê jî destnîşan kir ku ew hêj di despêkê de vê biryarê girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibê ku şêwa, xebat û rihê çîrokê, min bêhtir nêzî xwe dît. Lê bawerim ez ê cureyên din jî yê wêjeyê biceribînim.”

Jin û Jiyan
Dogan têkiliya jin û çîrokê di esasê xwe de têkiliya jin û civakê jî bi nêrîna xwe wiha vegot: “Ne tenê çîrok, bi tevayî rihê jinê û huner gelekî nêzî hev du ye. Lê berhemdariya hunerê hinekî bi şertên jiyanê ve jî girêdayî ye. Jinek di warê hunerê de çiqas jîr jî be ku derfeta derkirina hunera wê çênebe, ew tişt her pê re qels dimîne, an jî bi awayekî şikestî derdikeve. Dixwazî ev yek çîrok, roman, wêne an jî cureyeke din yê hunerê be… Bi taybetî berhemdariya nivîsê disiplînek û wextek divê. Wextekî ku bandorê li hemû jiyana mirov dike. Di şertên îroyîn de, ji bo jinekê ev yek ne hêsan e. Ne tenê jina Kurd, li gelek derên dinyayê jin piranî hîna ne xwedî wî wextê xwe ne ku li gor daxwaz û xwestekên xwe bikarbînin. Ev yek, sedemeke girîng e ku dihêle jin ji aliye wêjeye ve kêmtir bibe xwedî gotin. Û tevî van sedeman zimanê Kurdî di jiyan, kêlî û xwendinên me de têra xwe ne serdest e. ” 

AMED