Promiyera lîstika bi navê ‘Nobedarên Dilê Hêsîr’ ku Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê amade kiribû li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney pêk hat. Lîstikê ji aliyê gelê Êlihê ve eleqeyek mezin dît. Hevserokê Şaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr, serokê navçeya navendî ya BDP’ê a Êlihê Murat Gazîoglu, nûnerên STK’ê û hezkiriyên hunerê tevli bûn. Lîstika ku reks, sî, ronahî û amûrên muzîkê jî têde hatin bikaranîn, beytên Melayê Cizîrê hatin gotin û ji aliyê Bariş Işik ve li dîkê hat nîşandan. Temaşevanan ji lîstik li ser piyan çepik lêxist. Derhêneriya lîstikê Bariş Işik kir û her wiha ev yekem lîstika kurdî ya Şanoya Bajar a Şaredariya Êlihê bû. Hevseroka şaredariya Êlihê Sabrî Ozdemîr  piştî promiyerê ekîba lîstikê pîroz kir û belgeyên kesên tevli atolyeyê bûn danê. Ozdemîr bi lêv kir ku divê qiymeta Melayê Cizîrê bê zanîn. 

ÊLIH