Li paytexta Fransa Parîsê, galaya belgefîlma ‘Sara-Jiyana min her şer bû’ hat kirin. Belgefîlm li ser jiyana yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz e ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê li gel Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat qetilkirin.
Di belgefîlma ji 105 deqeyan de, jiyana Cansiz tê vegotin. Serhatiya ku ji Dêrsimê destpê dike, piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj car din li Dêrsimê bi dawî dibe. Rêwîtiya jiyana Cansiz a li Elezîz, Amed, Amasya, çiyayên Kurdistanê û Ewrûpayê, ji aliyê malbatê, hevrêyên wê û şahidên demê ve tê vegotin.
Gelek siyasetmedar û rewşenbîr tevlî bûn
Galaya belgefîlmê pêr êvarê li Bonne Nouvelle Theatre Du Gymnase ya li Parîsê pêk hat. Xwişk û birayên Sakîne Cansiz, Ferîde û Metîn Cansiz, bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez û gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên saziyên Kurd û Ewrûpî tevlî galayê bûn. Nîşanda belgefîlmê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
Piştî nîşandana fîlmê, birayê Sakîne Cansiz, Metîn Cansiz û ji çêkerên fîlmê Bîrcan Delal Yildiz derketin ser dikê û pirsên temaşevanan bersivandin.
PARÎS