Jiyana yek ji pêşenga şoreşên cîhanê Rosa Luxemburg ya beriya 97 salan li Elmanyayê ji aliyê dewleta faşîst ve li gel hevalê xwe Karl Liebknecht bi hev re hatîn qetilkirin yekem car bi xêz romanê hat vegotin. Xêz roman bi alîkariya Wexfa Rosa Luxemburg û bi destnîşana Kate Evans tê amadekirin. Kate ser siteya bi navê Broadly ya weşana jinan dike roportaj daye. Kate di roportaja xwe de diyar kir ku wê di xêz romana xwe de hem teoriya Rosa Luxemburg a şoreşgerî û hem jî berxwedana wê ya li hemberî deshilatiya mêran aniye ziman.
BERLÎN