CAFER CAFO / XANDÎ ELO / ANHA / ŞEHBA

Mehmûd Bekir yek ji şêniyên navçeya Meydankê ya kantona Efrînê ye. Sala 1974’an ji dayik dibe. Mehmûd di zarokatiya xwe de ji ber nexweşiya felcê, ji her du lingên xwe seqet dibe.

Mehmûd di zarokatiya xwe de gelek zehmetî kişandine. Li gorî gotinên wî, dibistanên rêjîmê ji ber astengdariya wî, ew qebûl nekirine. Her wiha malbata wî di vê warî de xemsar bûye. Di encamê de Bekir neçûye dibistanê.

Mehmûd Bekir ku ji xwendinê pirr hez kiriye, ji birayê xwe yê mezin tîpên Erebî û bingeha zimanê Erebî fêr bûye. Bi vê rêbazê Bekir fêrî rêzimana Erebî bûye. Mehmûd 8 saliya xwe, israr kiriye ku biçe dibistanê. Malbat razî bûye û ew li dibistana navçeyê qeyd kiriye. Mehmûd di her sê merheleyên destpêkê de her tim serketî bûye.

Ji ber ku birayê wî yê mezin her tim pirtûkên bi zimanê Kurdî bi xwe re birine malê, wî ew pirtûk jî nas kirine. Tevî u malbata wî qebûl nekiriye, bi dizî guhdarî birayê xwe kiriye û her tim bala wî li ser zimên bûye. Bi vî awayî fêrî alfabeya Kurdî bûye. Heta ku Mehmûd Bekir di 10 saliya xwe de fêrî nivîsandina zimanê dayikê bûye.

Hewesa şêwekariyê

Mehmûd di 5 saliya xwe de ji nîgarkêşiyê hez kiriye û jê re bûye xewnek. Lê ji ber rewşa madî, nekariye amûrên şêwekariyê bi dest bixe. Ji ber wê pênûsên rengîn ên ku birayê wî çêkirine, ji nû ve tevî avê yan jî madeyeke kîmyewî kirine û li ser herî û keviran wêne çêkirine.

Sala 1998’an, Mehmûd Bekir bi tena serê xwe çûye Helebê û li Peymangeha Hunerên Bedew xwendiye. Mehmûd destnîşan dike ku di wê demê de rastî gelek astegiyên mezin hatiye. Sala yekemîn, ji ber rewşa madî ya dijwar, Mehmûd di atolyeyeke dirûtinê de xebitiye. Lê piştî demekê dev ji wî karî berdaye.

Mehmûd piştî 2 salan ji Peymangeha Hunerên Bedew der çûye û vegeriyaye Meydankê. Di dirêjahiya xwendina xwe ya peymangehê de, Mehmûd Bekir xwe di warê zimanê Kurdî de bi pêş xistiye.

Bû mamosteyê Kurdî

Mehmûd Bekir, sala 2006’an bi awayekî ji rejîma Baas veşartî dewreyên zimanê Kurdî ji zarokan re vekirin. Ew yek ji avakarên Saziya Zimanê Kurdî ya Efrînê ye. Her wiha roleke wî ya girîng di vekirina yekemîn dibistana zimanê Kurdî li gundê Diruqliya de heye. Di destpêka Şoreşa Rojava de li kantona Efrînê 8 mamosteyên Kurdî hebûn. Mamosteyan ruxmî derfetên kêm jî dest bi xebatê xwe kirine.

Mehmûd Bekir jî berpirsê vekirina dewreyên zimanê Kurdî li navçeyên Bilbilê, Raco û bajarê Efrînê bûye. Ji ber nebûna alavên veguhestinê Mehmûd di serê her hefteyê de ji mala xwe derketiye û heta dawiya hefteyê venegeriyaye malê.

Ji bo perwerdeyê motorsiklêtê sê teker

Mehmûd Bekir motorsîklêtekî ji 3 tekeran ji xwe re çêkiriye. Xebatên saziya ziman bi vê yekê berfireh bûne û veguheriye Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk. Mehmûd ji ber karê xwe ji aliyê kesên girêdayî rêjîma Baas ve hatiye tehdîtkirin. Têkildarî vê mijarê Mehmûd got, “Min ji wan re digot, bila ez şehîdê ziman an jî şoreşê bim, ez serî li ber gefên we natewînim û dev ji kar bernadim.”

Di dema dagirkeriya dewleta Tirk de, Mehmûd Bekir tevî şêniyan ji Efrînê neçar ma derkeve. Xebatên mamosteyan bi armanca biserxistina Şoreşa Rojava ji nû ve organîze kirin. Niha, ew xebatên dibistanên gundê Til Şeir ê navçeya Fafînê bi rêya motora xwe dişopîne.