Di 20 salên tije têkoşîn de, li pey evîna çand û hunera Kurdî meşiya. Ji bilî govend, şano û sînemayê, ji ber hezkirina xwe ya li hemberî zarokan dest projeya fîlmê zarokan kir, lê bombeya çeteyan ev projeya wî nîvçe hişt.  

Şanoger û endamê Tevgera Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê Osman Elî Aso, di 19'ê Cotmeha 2013'an de dema ji bo karê xwe yê çandê çûbû bajarê Tirbespiyê di encama êrîşa bombeyî ya komên çete de li gel 2 hevalên xwe yên çandê û welatiyek sivîl û 2 şervanên YPG'ê jiyana xwe jidest da. Jiyana Osman hîn di zarokatiyê de di nava zor û zehmetiyê de destpê kir û ket bin barên giran. Lê bîr û baweriya wî astengî nas nekirin û hem berpirsyariyên xwe yên malbatî  bicîh anîn, hem jî di têkoşîna çand û hunera Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de cihekî girîng girt.

Di 15 saliyê de berpirsyariya malê ket ser milên wî

Osman Elî Aso di sala 1972'yan de li gundê Egulê yê girêdayî bajarê Qamişlo çavên xwe li dinyayê vekirin. Osman zarokê herî mezin ê malbatek ji 5 kesan pêk tê ye. Dibistana seretayî li gund di qedîne.  Piştî bawernameya xwe girt, ji bo ku xwendina xwe bidomîne derbasî bajarê Qamişlo cem dapîr û bapîrê  xwe dibe. Li wir dibistana navendî xilas dike. Lê raxmî ku gelekî hez ji xwendinê dike jî,  ji ber ku bawê wî diçe ser dilovaniya xwe, barê  jiyanê û berpirsariya malbatê  di keve ser milên wî, lewre di 15 saliya xwe de dest ji xwendinê berdide û vedigere gund.

Destpêka jiyanek nû

Osman Elî Aso ku hîn di 15 saliya xwe de dikeve bin barekî giran, berpirsyariya pêdiviyên aborî û civakî bicîh tîne. Di sala 1987'an de ji ber hin sedemên malbatî mala xwe tîne navenda Qamişlo.  Li vir ji bo wî û malbatê jiyanek nû destpê dike. Osman li vir dest bi karê hesinkariyê dike. Lê ji bo wî tişta herî girîng ku wê di jiyana wî de guhertinên mezin pêk bîne, nasîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Li aliyekê ji bo debara malbatê karê hesinkariyê dike, li aliyê din bi bandora tevgera azadiyê hestên welatparêziyê herku diçe bilind dibin. Hem karê xwe dike hem jî bi endamên tevgera azadiyê re tevdigere û alîkariya wan dike.

Têkoşîna hunerî
Osman ku berpirsyariya malbatê jî didomîne, di vê demê li gel xebatên tevgerê, têkoşîna çand hunerê nas dike. Osman Elî Aso ku xwe nêzî xebatên çand û hunerê dibîne û hezkirina wî her ku diçe zêde dibe, di sala 1994'an de tevlî xebatên çandê dibe. Li vir di nava koma govendê Kulîlkên Botanê ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo de cîh digire. Piştî demekê jî xwîşka xwe Bêrîvanê jî tevlî xebatê dike. Jiyana hunerî ya Osman bi govendê destpê dike, lê qîwa wî bi vê xebatê tenê nayê û di nava heman komê de ku navê xwe wekî Koma Botan guhertiye de ji bo zarokan mamostetiya govendê dike.
Osman li aliyekê xebatên govendê didomîne, li aliyê din jî hewl dide ku çanda Kurdî baştir fêr bibe. Her ku fêr dibe jî evîna wî ya ji bo xebata di vê mijarê de zêdetir dibe. Di vê lêgerîna xwe de şanoya Kurdî jî baştir nas dike û hêdî hêdî van xebatan jî dimeşîne. Di sala 1996'an de jî tevlî koma şanoyê ya Bavê Teyar a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Mehemed Şêxo dibe.

Şanogeriya gel
Jiyana şanogeriyê ya Osman jî, ji ber şert û mercên herêmê û wekî hemû perçeyên din ên Kurdistanê ne li salonên xemilandî an jî dibistanan, li nava gel û zeviyan destpê dike. Osman û ekîba xwe di demsalên havînê de, di nava zeviyên genim, nîsk û ceh de lîstikên xwe pêşkêş dike û hem moral dide karkeran hem jî çanda bav û kalan nûjen dikin. Her wiha pirsgirêkên wekî koçberiyê jî di şanoyên xwe de vedibêjin. Piştî ku di warê şanogeriyê de Osman û hevalên wî pêş dikevin û hêdî hêdî pispor dibin, êdî di pîrozbahiyên Newrozê û rojên girîng ên di têkoşîna azadiyê de derdikevin pêşberî gel.

Ceribandina sînemayê

Piştî demek xebatên şanoyê, kom biryar dide ku di warê sînemaya Kurdî de gavan bavêjin û di sala 1998'an de dest bi kişandina fîlimê yekemîn tê kirin. Li aliyekê şanogerî tê domandin, li aliyê din xebata sînemayê tê meşandin. Osman jî ji bilî dehan lîstikên şanoyê, di 11 fîlimên amator ên komê de rolên cuda digire.

Projeyên nîvçe mayî
Osman ku zewicî û 4 zarokên wî hene, di heman demê li hemberî zarokan jî xwedî hezkirinek taybet e. Lewre qet naxwaze zarok xemgîn bibin û ji bo ku dilê wan nemîne jî dikeve nava hewldanan.  Ji ber ku zaroktiya xwe têr nejiya ye, baş dizane ku şikandina di zaroktiyê de bandora neyînî li kesayeta mirovan dike. Osman bi van hestan dixwaze fîlmê karton amade bike. Lê ev projeya wî nîvco dimîne. Osman û hevalên xwe senaryoya ji bo fîlmê karton dinivîsin, her wiha li ser şanoyek derbarê koçeriya Rojava jî projeyekê amade dikin, lê roja ku dê li ser van projeyan nîqaş bikin û dest bi pratîk kirinê bikin, di êrîşa bombeyî ya komên çete de jiyana xwe jidest dide.
Osman Elî Aso ku beşek mezin a jiyana xwe li pey evîna çanda Kurdî borand, di heman demê de bi kesayet û têkiliyên xwe yên bi heval û zarokên xwe, malbata xwe jî cihê xwe di dilê civaka Kurd de girt. Lewre jî hevalên wî ji bo bîranîna wî navê Koma Bavê Teyar wekî Koma Şehîd Osman guherd.

Dayika Osman: Ez bi wî serbilind im

Derbarê kesayeta Osman de malbat û hevalên wî ji ANHA re axivîn. Dayka Osman Selîma Elî Aso, diyar kir ku kurê wê di zarokatiya xwe de berpirsyariya malbatê girtiye ser milê xwe û wiha dom kir: "Begûman ev ji bo wî nehesan bû,lê rexmî vê jî wî bi berpirsyarî tevgeriya. Osman bi mezina re mezin  bi bicûkan re bicûk bû. Dilê tu kesî nedihêla. Ez bi kurê xwe û xebatên wî serbilind im. Mirinek bi şeref nabe para herkesî.'

'Çanda Kurdî bi min da nasîn'

Xwîşka wî Bêrîvan Elî Aso jî anî ziman ku Osman ji bo wê tenê birayek nebû, di heman demê de wekî bavekî jî bû, her wiha hempîşeyek bû. Bêrîvan destnîşan kir ku Osman çanda Kurdî bi wê daye nasîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez xistim nava komên folklorê. Osman bi sekna xwe li hemberî xwe hurmet diafirand. Ji bo vê yekê dema ew dihat malê bi xwe re giraniyek dida avakirin. Gelekî ji me hez dikir û heta ji destê wî dihat em ji tiştekî mahrûm nedikirin. Her tîm digot 'Dema moralê we dikeve dinya li ser min dibe bar, lê dema hun kefxweş bin, ez dikarim tevahî bar û êşên dinyayê rakim'. Ji bo vê ez dikarim bêjim ku ez gelek tiştan ji vî ferbûm."

'Ezê projeya wî bidomînim'

Keça Osman Nûcan jî da zanîn ku bavê wê tu caran daxwazên wan paşve venegerandine û ev tişt gotin: "Gelekî ji min hez dikir. Me bi hevre dest bi xebatên fîlmê karton kiribû, beşa yekemîn amade bû. Lê mixabin nîvçe ma. Ezê vê projeyê bidomînim. Bavê min gelekî hez ji tembûrê jî dikir, lê derfetên fêrbûnê çênebûn. Min ev daxwaza wî bicîh anî û fêrî tembûrê bûm. "

Hevalê wî: Ew aşiqê hunerê bû
Heval û hempîşeyê ku wekî Bavê Teyar tê nasîn jî derbarê kesayeta Osman de wiha axivî: "Di hevaltiya xwe de gelekî durust, dil nizim û girêdayî bû. Min gelek kesên bi hunerê mijûl bûn dîtîn,lê Osman aşiqê çand û hunerê bû. Çavkaniya moralê bû, di her kemasiyê de hêza çareseriyê bû. Zor û zahmetî ne dinasî, bêtirs bû. Her tim nûbûn li gel wî hebû. Ji bo bîranîna wî me weke kom biryar da ku em navê koma xwe bikin Koma Şehîd Osman."


PÎRAY ARDIL/ANHA/QAMIŞLO