Huseyîn Çelebî ji malbateke Dêrsimî, sala 1967´an li bajarê Elmanya yê Hambûrgê hatiye dinê. Di komkujiya Dêrsimê de sala 1938´an malbata wî koçber Anatoliya Navîn bûbû. Piştre jî malbat koçberî Stenbolê bû. Paşê jî malbata wî koçberî Elmanyayê dibe.

Ji ber perwerdehiya bavê xwe, ku welatparêzekî xurt bû, wî bi zarokatiya xwe gav ber bi siyasîbûnê avêtin. Ew 1‘ê îlona 1974’an bi bavê xwe re tevlî şermezarkirinên polîtîkayên reş bû ku bi komkujiyên mezin bi dawî bûn. Wê demê ew hîna 7 salî bû.

Dibe ku taybetmendiya wî ya herî xurt kesayetiya wî ya zexm bû. Di dibistanê da bêhtir ji mijarên dîrok, polîtîka, û zimanên biyanî hez dikir û balkêş didît. ew hînî zimanên Ingilîzî û Spanî bû.

Ya girîng ev e; ez bindest nebim

Di nava alîgirên çepên Tirk de mijara pirsgirêka Kurd anî bû ziman. Lê ne tenê ji bo Kurdan, ji bona gelên Emêrîkayê Başûr û gelên Efrîka jî difikirî; wî ew jî ji bîr nedikirin. Ew înternasyonalîstek bû ku hizra wê xwe di van gotinan de dida der: “Ez çi Kurd, çi Tirk, çi Ereb yan Çînî bim, ne xem e; bi tenê girîng e ku ez bindest nebim.”

Di dawiya xwendina xwe ya dibistana bilind de wî dest bi nivîsandina kurteçîrokan kir.

Di destpêka salên 1980’yî de gava ku xwendevanê zanîngehê bû, endametiya gelek rêxistinên çep ên cihê kiribû. Belê, di nava van salan de êdî hemû hêza xwe ji bo tekoşîna Kurdistana azad bi pêş xist.

Wî sala 1986’an li Zanîngeha Dusildorfê dersên sosyolojiyê xwendin. Di salên xwe yên xwendekariyê de di weşandina kovara bi Elmanî Kurdistan Reportê de bi roleke diyarker rabû. Piştre demekê ji bo Kurdistan Zentrum (Navenda Kurdistanê) xebitî.

Weke serokê rûmetê yê rêxistinê hat diyarkirin

Sala 1988’an bi bahaneya ku ew berpirsyarê PKK yê Ewrûpayê ye, Huseyîn Çelebî hate girtin. Du salan tecrîdkirî di zîndana Wuppertalê da ma. Stratejiya wî û biryardariya wî di dawiyê de kir ku gelek girtiyên PKK yên din azad bibin.

Destpêka salên 1990’î wî di nava komeleya Dostên Gelê Kurdistanê xebatên xwe domandin. Bi saya wî gelek Elman nêzîkî tekoşîna rizgariya Kurtdistanê bûn.

Sala 1992’yan berê xwe da çiyayên Kurdistan ên li Başûr. Di dema şerê Başûr ê sala 1992´yan jiyan xwe ji dest da. Di kongreya YXK ya duyemîn de ku sala 1992´yan li bajarê Bochumê bi rê ve çû weke serokê rûmetê yê rêxistinê hat diyarkirin. Ji hingê ve jî her sal ji bo bîranîna Huseyîn Çelebî Çalakiyên Helbest û Çîrokan tên lidarxistin.