Amos li ser bûyerê peyivî û got, “Hingê wî ti bersiv neda min, lê belê soz da min ku ew ê demeke din mijarê bi min re minaqeşe bike.”
Amos bi bîr xist ku tevî ku deh roj jî di ser bûyerê re derbas bûne, Joe Biden soza xwe bi cih neaniye û da zanîn ku ji bo ku ew soza xwe bi cih bîne, ew û çend hevalên wî 2 rojan xwepêşandan li devê deriyê mala Joe Biden li dar xistiye.
Amos, da zanîn ku ji ber ku Biden bersiva pirsa wî neda û soza xwe pêk neanî, wî serdana berpirsên parastina Biden ên taybet kir û ji wan daxwaz kir ku hevdîtinê pê re bike û wiha peyivî: “Ji min re gotin, Biden di vê demê de nikare hevdîtinê bi min re bike. Min jî numareya xwe ya telefona bêrîkan da berpirsên ewlekariya Biden û ji wan xwest dema karibe, bila telefonî min bike. Lê tevî vê yekê jî hate niha min bersiva pirsa xwe wernegiritiye.”
Ne Artêşa Azad, divê em behsa YPG´ê bikin
Şervanê YPG’ê yê berê yê Robert Amos têkildarî helwêsta Cîgirê Serokê DYE´yê ya li ser pirsa xwe jî wekî din got: “Tekane tişta ku hişt Biden ji YPG’ê bixwaze ku hêzên xwe vekişîne rojhilatê Çemê Firatê ew e ku xelk nezan in. Pêwîst e, gelê Emerîkayê bes behsa Artêşa Azad bike, divê dest pê bikin û behsa hêza YPG’ê bikin. Komên çekdar ên piştigiriya xwe ji Tirkiyê digirin, bi ti awayî bi nirxên me re ne hevpar in.”
Amos, destnîşan kir ku wî dixwest bala Joe Biden bikşîne ser wê yekê ku hevalê wî di şerê rizgarkirina Minbicê de şehîd bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mijar ne tenê ya gelê Kurd e. Mijar gelê Emerîkayê jî elaqedar dike, li wir kesên canê xwe dane hene. Ne tenê Kurd, Emerîkî jî şehîd bûne. Saziyên Çapemeniyê gotinên min berovajî kirine. Bi vê yekê saziyên çapemeniyê nirxên şehîdên me daxistin.”
Amos, ji nûnera Serokatiya Emerîka Hillary Clinton daxwaz kir ku helwêsta xwe ya piştgiriya bi YPG’ê re nîşan bide û ji bo YPG’ê got: “Hêza herî çalak di şerê li dijî DAIŞ’ê de YPG ye.”
WASHINGTON