Johson bang li hikumeta Tirk kir ku hemû dîlên di doza KCK’ê de tên darêzandin serbest bên berdan. Johsonê ku weke çavdêr tevlî doza KCK’ê ya Amedê ku di 13 Tîrmehê de ji nû ve dest pê kiribû bûbû, diyar kir ku mehkumên dîlgirtî bi armanca helwesta dozgehê û demên dirêj girtîmane protesto bikin tevli rûniştinê nebûne û wiha pê de çû: “Parêzvanên parastinê ji bo serbest berdana mehkumên dîlgirtî, biryara ku Dozgeha Destûra Bingehîn girtiye nîşan dan. Daxwaz kirin ku ev biryar ji bo muwekîlên wan jî bên pêkanin.”
Girtinên ne adil
Johnsonê bi bîr xist, dozên KCK’ ji ber armancên polîtîk hatine destpêkirin û mehkûmên dîlgirtî ev 4 sal in di zindanan de tên ragirtin, axaftina xwe bi vî awayî domand: “Bi hezaran kes bi tewanbariya ku endamên KCK’ê ne di zindanan de tên ragirtin, ev li gel feraseta dewleta hiqûqê nakok e û her wiha jî ji cezayên ku pê têne tewanbarkirin hê zêdetir, bi awayekî neadilane di zindanan de tên ragirtin. Dîsa, ev, zagonên Komîsyona Ewrûpa ku ‘girtî di navbera demeke maqûl de bi awayekî adil darêzandinê’ digire bin ewlehiyê jî pinpê dike.
Nerazîbûna hin xurttir
Johnson diyar kir ku serbesbest berdana mehkumên dîlgirtî ji aliyê derdorên cuda ve bi pêwîst e dengekî bilind bê xistin rojevê û di rojnameya ku rojane tê weşandin a bi navê Uppsala de maqaleyek ku vê mijarê dike rojev nivîsand. Piştî ku di maqaleya xwe ya bi navê “Muherem Erbey serbest berdin” de bal dikişîne, bi tewanbariya li gel PKK’ê têkîliya wan heye ji doza KCK’ê ji 4 salan e vir de bi hezaran Kurd tên darêzandin, diyar dike ku di navbera kesên hatine girtin de rêvebirên BDP’ê, sendîkavan, parêzvan û rojnamevan hene."
Erbey berdin
Johnson destnîşankir ku Muharem Erbey ji beriya ku bê girtin di nava rêvebiriya ÎHD’ê de jî cih girtibû û got, di demên borî de li ser mijara ku ‘li Tirkiyê binpêkirina mafên mirovan rexne dike’ de axaftinek kiribû. Erbey ji ber vê yekê jî tê darêzandin. Eger Tirkiye dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa, divê beriya her tiştî muxalifên xwe yên siyasî û parazvanên mafên mirovan ji bo karibin fikrên xwe bi awayekî azad bînin ziman rêzdar be.”
STOCKHOLM