Yek ji wan çalakiyan ‘Cinema for Peace‘ (Aştî ji bo Sînema) ye Berlinale  nîşandana bi sedan fîlmên cur be cur berbi dawiyê diçe. Bajarê di bin sar û sermayê de ye her der motîfê sînemayê hatiye xemilandin û heman bêhn jê tê. Di serî de Postdamer Plast û gelek deverê din ê bajar buye wek navenda sînemayê. Her roj ji bilî nîşandana fîlmê  gelek jî çalakiyên sînemayê tên li darxistin.  Ji van çalakiyan yek jî “Cinema for Peace“ (Aştî ji bo Sînema) ye.
Çalakî her sal di çerçova Berlinalê de tê li darxistin û fîlmên mijaran wan “mafên mirovan“ e tên xelatkirin. Çalakî her sal bi tevlêbûna sedan sînemavanan tê organîzekirin. Îsal  jî ev çalakiya li mala konserê de hat çêkirin. Şevê de xwediye xelata aştî ya Nobelê  Mohammed El Baradey, Angelina Jolie Brad Pitt, Katie Melua, Ornella Muti, Michelle Yeoh û gelek kesên din amade bûn. Di şevê de xelata “Rûmet ê“ Angelina Jolie bi fîlmê xwe ya nave”İn The Land Of Blood And Honey” (Ji  welatê Xwûn ve Hingiv) wergirt.

 Alî GULER /BERLÎN