Partiya Çep a Elmanya, gazên Elman û balafirên şer ên bi tîpa He111 Heinkel ên sala 1937’an dewleta Elman ji bo qirkirina gelê Dersîmê firotibû dewleta Tirk, ji hikumeta Merkel pirsî.
Meha Gulanê di rojnameya Dersim û Yeni Ozgur Politika de Husnu Gurbey û Mahsûnî Gul bi belgeyan îspat kiribûn ku gazên jehrî ên di Qirkirina Dersimê de hatine bikaranîn ji dewleta Elman hatine stendin Partiya Çep a Elmanya di meclîsê de qala vê meselê kir û pirs kir bê ka dewleta Elman bi xwe dibêje çi.
Gulana îsal Husnu Gurbey û Mahsûnî Gul ji rojnameya Dersimê re nivîsandin ku dewleta Tirk gazên jehrî ên li Dêrsimê bi kar anîne ji Elmanya stendiye. Di belgeyan bi xwe de jî îmzeyên Mustafa Kemal hebûn. Paşê heman nivîs û belge di rojnemaya Yeni Ozgur Politika de jî derçûbû. Piştî wan nivîs û belgeyan eyan bû, partiya Çep mesele xist rojeva Meclîsa Federal a Elmanyayê. Koma Partiya Çep a li Meclîsa Federal, gazên Elman û balafirên şer ên bi tîpa He111 Heinkel ên sala 1937’an hatin firotin ji hikumeta Merkel pirsî.
20 ton gaz ji Naziyan kirîne
Rayedar û sûcdarên dewleta Tirk gelek caran bi xwe eşkere kiribûn di Qirkirina Dersimê de gazên jehrî hatine xebitandin. Li gorî belgeyên ku piştî salan eşkere bûn, hikumeta Tirk a wê demê di navbera salên 1933-1945’an de ji rejîma Nazî 20 ton gazên weke Chloracetophenon û Îperît tevî tesîsatên otomatîk ên van gazan bixin nava bombeyan wergirtiye. Mûstafa Kemal 7’ê Tebaxa 1937’an mohra xwe daniye binê wan belgeyan.
Ji bo xelkê jehrî bikin balafir jî kirîne
Her wiha li gorî belgeyên ku mohra wezaretên pêwendîdar ên Enqereyê li binî bûn, dewleta Tirk ji bo bikaranîna gazên jehrî sala 1937’an balafirên şer ên tîpa Marten ji DYE’yê wergirtiye.
Pêşkêşî meclîsê kirin
Ji partiya mûxalefetê ya Elman Partiya Çep hevkariya sûc a Elmanyayê ya di Qirkirina Dersimê de xist rojeva Meclîsa Federal. Bi hewldana parlamenterên Partiya Çep Ulla Jelpke, Dr. Andre Hahn, Gokay Akbûlût, Christine Buchholz, Heike Haensel, Andrej Hunko, Amira Mohamed Ali, Niema Movassat, Dr. Alexander S. Neu, Petra Pau, Martina Renner, Kersten Steinke, Friedrich Straetmanns, Dr. Kirsten Tackmann derbarê mijarê pêşnûme hate amadekirin û pêşkêşî meclîsê hate kirin.
We li belgeyan mêze kir?
Di pêşnûmeyê de derbarê gazên Elman de pirsên berfireh ji hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel tên kirin. Di pêşnûmeyê de ku 1’ê Tîrmeha 2019’an hatî pêşkêşkirin pirsên wekî “Hikumeta federal der barê belgeyan de xwedî kîjan agahiyan e?” “Belge ji aliyê dîroknasan ve hatine lêkolîn an na, gazên jehrî ên li Dersimê hatin bikaranîn ji aliyê kîjan fîrmaya Elman ve hatin amadekirin û bi destûra rejîmê hatin şandin an na?”
Ji bo çi firotine?
Her wiha di pêşnûmepirsê de wekîlan her wiha bal kişandin ser belgeyeke arşîva Wezareta Karê Derve ya Elman, ku nîşan dida di sala 1937’an de balafirên şer ên bi tîpa Heinkel He111 ji Tirkiyeyê re hatine firotin. Wekîlan ji hikumeta federal pirsîn ku haya wan ji vê belgeyê heye yan na. Wekîlan diyar kirin, eger ev yek rast be hingî divê bê eşkerekirin ku di nava kîjan şert û mercan de ji Tirkiyeyê re hatine dayin.
Tê payin ku hikumet rojên bê bi rengekî nivîskî bersivê bide pêşnûme pirsa wekîlên Partiya Çep.
ANF/BERLÎN