WEYSÎ TALLÎ / ANF / MEXMÛR

Xwendekarên biçûk ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) yên Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar ji ber nebûna pirtûkên li gorî temenê xwe, ji xwendinê bêpar dimînin. Xebatkarê pirtûkxaneyê banga alîkariya lezgîn a pirtûkên zarokan kir.

Ji ber nebûna pirtûkên çîrok û helbestan zarok û xwendekarên biçûk ên Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar ên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji xwendinê dimînin.

Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar a di bin sîwana Yekîtiya Xwendekarên Azad (YXA) a Komelên Ciwanên Mexmûrê de sala 2014’an bi kedeke mezin hatibû avakirin, her roj bi dehan zarok û xwendekarên biçûk li dora xwe dihewîne.

Beşeke mezin a pirtûkxaneyê ji dahûrandin û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Wêjeya Gerîla pêk tên. Li gel vê jî beşên Romanê bi Kurdî-Tirkî, dîsa helbest bi Kurdî-Tirkî, lêkolîn bi Kurdî-Tirkî û beşek ji bo zimanê Ingilîzî, Erebî û zaravayê Kurdî Soranî jî hatiye veqetandin.

Ji bo dersçêkirinê û xwendinê

Gelek xwendekar piştî ku dibistan diqede, berê xwe didin Pirtûkxaneya Şehîd Reşîd Serdar a wargehê. Xwendekar ji bo pirtûkxwendinê bi kêfxweşî dikevin hundirê pirtûkaneyê. Sê xwendekarên dibistana seretayî pişt qedîna dibistanê, pirtûkên ku beriya bi çend rojan biribûn, vedigerînin û ji bo pirtûkeke nû bigirin, berê xwe didin refên pirtûkan. Yekî ji wan pirsa pirtûka Cigerxwîn û ya helbestên Melayê Cizîrî kir. Bi alîkariya xebatkaran, pirtûk hate radestkirin. Hema li ser lingan hê nerûniştin, pelên pirtûkê qelibandin û jînenîgeriya Cigerxwîn û Melayê Cizîrî derxistin û li hev kombûn û bû piste pista wan. Li ser pirsa xebatkar; xwendkaran got, mamoste weke dersê ji wan li jînenigeriya wêjevanan pirsiye û wan jî berê xwe daye pirtûkxaneyê. Xebatkar rahişt pirtûkê, jînenîgerî ji bo wan xwend û ew jî bi kela canê xwe ketin ber nivîsê.

Pirtûkên li gorî zarokan kêm in

Di vê navê de çend zarokên temenê wan di navbera 8-12 salan de bi bez ji deriyê pirtûkxaneyê ve dikevin hundir, her yekî pirtûkeke berê biribû, radestî berpirsyarê pirtûkxaneyê kir û li ber refan li pirtûkeke din geriyan. Lê ji ber kêmbûna pirtûkên çîrok, helbest û temenên wan bi deqeyan li ber refên pirtûkan digeriyan. Di carekê de pirtûkxane tije ji xwendekarên biçûk bû.

Têkildarî mijarê Berdevkê Komelên Ciwanan ên Mexmûr û xebatkarên pirtûkxaneyê, Bedran Yuruk got, xwendekarên wan ên biçûk pirr in û bi pirranî jî xwendekarên dibistananên destpêkê û navîn in. Yuruk got, elaqeya wan bi taybet jî ya xwendekarên dibistana sereke pirr e û wiha îşaret bi pirsgirêka mezin kir: “Lê ji ber nebûna pirtûkên zarokan, çîrokên li gorî temenê zarokan, pirrî caran em zarokan dest vala dişînin.”

Roman û pirtûkên wêjeya cihanê

Yuruk da zanîn ku ciwanên wargehê jî li gorî berê hê zêdetir elaqeyî xwendinê ne û dîsa jî tercîha xwendekaran ji bo roman û pirtûkên nivîskarên cîhanî ne û wiha dewam kir: “Dîsa ji ber nebûna derfet û rewşa wargehê ev pirtûk jî li pirtûkxaneya me kêm in û heta mirov dikare bibêje, nînin. Ji bo vê jî ciwan nikarin xwe bigihînin van pirtûkan.”

Berpirsê pirtûkxaneyê cehalet weke çeka di destê dijmin de bi nav kir û got, “Ji bo vê divê dayik û bav bi taybetî mamoste rê nîşanî xwendekaran bidin û berê wan bidin xwendinê. Serdema me ya zanîn û fêrbûnê ye. Ji ber vê, erkeke mezin dikeve ser milê malbat, dayik û bavan.”

Beriya her tiştî pirtûk ji b zarokan

Bedran Yuruk daxwaz ji xwîner û nivîskaran kir ku ji bo zarokên wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji xwendinê bêpar nemînin, pirtûkên çîrok û helbestan ên zarokan ji bo pirtûkxaneya wan bişînin: “Niha ji bo pirtûkxaneya me karê herî lezgîn dabînkirina pirtûkên zarokan e. Çavê me li rêya şandin û alîkariya pirtûkên zarokan in.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şehîd Reşîd Serdar yek ji Fermandarên Gerîlayên HPG’ê yê Herêma Zagrosê bû ku di Pêvajoya Şerê Gelê Şoreşgerî de sala 2012 li herêma Zagrosê 18’ê Mijdara 2012´an jiyana xwe ji dest da.