Yek ji gundên ku di salên 1990’î de ji aliyê dewleta Tirk ve hat valakirin û xerakirin gundê Kafro yê navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê ye. Ev gundê Asûriyan ji nû ve ava dibe.

Dewleta Tirk di salên 1990’î de li dijî gelê Kurd polîtîkaya şerê qirêj a şewitandin û valakirina gundan, koçberkirina mirovan bi darê zorê meşand. Li Kurdistanê zêdeyî 4 hezar gund hatin şewitandin û valakirin. Yek ji wan jî gundê Kafro ye ku li quntara Çiyayê Bagokê ye ku di navbera navçeyên Mîdyat û Nisêbînê yên Mêrdînê de ye. Suryaniyên li Kafro hem ji ber baweriya xwe hem jî ji ber sekna xwe ya mûxalîf timî bûn hedefa zext û zordariya dewleta Tirk.

Bi dehan Suryanî bi kuştinên ‘kiryar nediyar’ ji aliyê hêzên fermî û paramîlîter ên dewletê ve hatin kuştin. Ji ber zextên dewletê piraniya Suryaniyan koçî Ewropa û Emerîkayê kirin. Gundê Kafro û herêma wê bi temamî hatin valakirin.

Dîasporaya Suryanî piştî hevdîtinên bi dewleta Tirk re biryar wergirt ku li xaka xwe vegere. Suryaniyên ku vegeriyan gundên xwe yên hilweşiyayî destpêkê xaniyên xwe ava kirin. Suryaniyan li gorî xemla dîrokî vîlayên ji 2-3 qatî ava kirin. Bi vî rengî dest bi jinûveavakirina gundê xwe kirin.

Nêzî 60 malbat li gund vegeriyan û nêzî 200 malbat jî di mehên havînê de ji bo betlaneyê tên gund.

ANF/MÊRDÎN