Du keçên ciwan bi cilûbergên Kurdî, li ser milên wan sewîlên avê. Ne zehmet e ku mirov bibêje, ew ji kaniyê vedigerin. Lê dibe ku wênegir jî ji wan xwestibe wisa poz bidin wî. Nexasim ji ber ku yek ji wan bi ken li wênegir dinihêre û ya din berê xwe dide aliyê pêde dimeşe. Na na, wêne ne yê beriya çil yan pêncî salî ye. Wêne 11’ê Gulana 1917’an hatiye girtin. Li bajarê Pira Delal, li Zaxoyê. Wênegir Albert Kahn gelek wêne girtibûn li ser çandên cihê yên dinyayê û ev wêneyê rengîn jî yek ji wan e. Albert Kahn bankevanekî Fransî bû ku di nava 22 salan de 72 hezar wêneyên rengîn girtin û weke destpêkerê yekê yê arşîva dinyayê tê qebûlkirin. Wî wekî din 183 hezar metro film jî girtin. Ew sala 1860’î hat dinê û sala 1940’î jî mir. Ji sala 1986’an ve li Parîsê muzexaneyek bi navê wî heye ku berhem û arşîva wî lê tên nîşandan.

 

PARÎS