Ev cara yekem e ku jinên Kakeyî yên li gundê Rizgarî yê ser bi qezaya Daqûqa Kerkûkê, bi şahiyekê roja Jinên Kedkar a Cîhanê 8’ê Adarê pîroz kirin. Di şahiyê de der barê roja 8’ê Adarê de gotar hatin xwendin. Jinan di gotarên xwe de diyar kir ku divê jin êdî azad bibin. Jinan bi bîr xist ku jin nîvê civakê pêk tînin.

 Dayîka bi navê Sîrwan ji ajansa nûçeyan RojNewsê re axivî û got: “Jinên Kurd îro hatine asteke bilind ku dikarin parastina xwe û hemû neteweyan bikin. Hêviya min ew e ku jin bi ser bikevin.” Jina ciwan a bi navê Leyla jî got: “Roja 8’ê Adarê roja tekoşîna jinên Kurd e. Rojeke gelekî pîroz e û pêwîst e hemû roj bibin roja 8’ê Adarê. Ji ber ku jin nûnertiya nîvê civakê dike, divê rêzdariyeke mezin jê re were dayîn û ez dibêjim jin, jiyan, azadî.”

Jina ciwan a bi navê Cale Omer jî hestên xwe we: “Di destpêkê de ez vê rojê li hemû jinan pîroz dikim, ji bo min jin tê wateya serbilindî û tekoşînê. Jin nîvê civakê û nîvê din jî perwerde dike. Pêwîstiya me jinan bi destxistina mafê xwe heye.”

Jinên Kakeyî dilsoziya xwe bi jinên Kobanê, Şengalê û gerîlayan re anî ziman. Şahî bi gotina helbest, xwendina stran û bi dûruşmeyên ‘Bijî Rêber Apo, Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.


 KERKÛK