Kakeyiyan ji ber zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê li ser gundên wan, ji nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê daxwaza parastinê kir.
Ji ber metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li ser gundên Kakeyiyan li bajarokê Daqoq ê girêdayî parêzgeha Kerkûkê, Encûmena Kakeyiyan a Silêmaniyê li gel çend kesayetên ji baweriyên cûda daxwaznameyek pêşkêşî nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê kir.
Di daxwaznameyê de hate diyarkirin ku welatiyên Kakeyî li herêma Kerkûk û bi taybetî li gundên Kobanî, Elî Sera, Tûpzawa û Zenqir yên girêdayî Kerkûk bûne hedefa êrîşên çeteyên DAIŞ’ê. Di êrîşa dawî de çend Kakeyî hatin revandin û çarenûsa wan nediyar e.
Rê nedin guhertina demografîk
Di daxwaznameyê de Kakeyiyan ji rayedarên Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê xwestin ku parastina li herêmên wan zêde bikin û rê nedin guhertina demografiya herêmên Kurdan. Piştî civîna li gel nûnerên Neteweyên Yekbûyî (YN) Endamê Encûmena Kakeyiyan Seyîd Serhed Kakeyî têkildarî naveroka daxwaznameyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Ji ber nebûna parastinê
Endamê Encûmena Kakeyiyan Seyîd Serhed Kakeyî niştecihê parêzgeha Silêmaniyê êrîş û destdirêjiyên li ser Kakeyiyên Kerkûkê şermezar kir û got; “Sedema rûdana van sûcan jî bingeha xwe ji nebûna parastinê ya li herêmê digire.”
Hêzên Kurd vegerînîn herêmê
Seyîd Serhed Kakeyî îşaret bi metirsiya li ser Kakekiyan kir û got:”Me daxwaz kir ku parastina cihên Kakeyiyan pêk bînin. Ger vê nekin, metirsiya valabûna van herêman heye. Daxwaz jî dikin ku hêzên pêşmerge vegerine herêmê. Ji ber heya ew li herêmê bûn ti DAIŞ’yiyek li wir nebû. Nûnerê NY’ê jî daxwaznameya me wergirt û soz da ku bigehîne deste rayedarên xwe yên asta jor.”
Êrîşên DAIŞ’ê zêde bûn
Hêjayî gotinê ye ku di nava çend rojên buhirî de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê ser gundên Kakeyiyan ên li bajarokê Daqoqê li parêzgeha Kerkûk kirin. Çend welatiyên Kakeyî kuştin. Her wiha çend welatiyên Kakeyî jî revandin û çarenûsa wan nediyar e.
250-300 hezar Kakeyî li Herêma Kurdistanê hene. 50-60 hezar ji wan li herêmên başûrê Kerkûkê dijîn. 6 gundên Kakeyiyan li sînorê başûrê Kerkûk hene. Ji ber metirsiya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê 4 ji wan hatine valakirin.
SILÊMANÎ/ ROJNEWS