
Desteya Kar û Barên Civakî ya girêdayî Rêveberiya bajarê Minbicê bi zêdebûna hejmara koçberan re, kampên nû vedike û pêdiviyên wan peyda dike.
Di dema dawî de bi hezaran şêniyên herêmên Babê, Dêr Hafir û gundên Meskenê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, koçî herêma Minbicê kirin. Rêveberiya Minbicê bi hemû derfetên xwe destek dide koçberan, lê ji ber ku rêxistinên navneteweyî bi wan re nabin alîkar, hemû pêdiviyên wan nayên bicihanîn.
Derbarê mijarê de, Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya bajarê Minbicê Mihemed Termiş, axivî û da zanîn ku di 15′ê adarê de kampek hat avakirin û koçberên ku ji ber dagirkeriya Tirk ji herêmên Xefsa, Dêr Hafir û gundên wê yên li başûr û rojavayê Minbicê, têde hatin bicihkirin.
Termiş di berdewama axaftina xwe de, diyar kir ku li rojavayê Minbicê nêzî 60 konên ji bo koçberan hatine vedan û wiha got: ″Li Minbicê, hejmara koçberan ji 130 hezarî zêdetir bûye. ji ber vê em amadekariyên zêdekirina konan dikin. Li hember vê rewşê, rêxistinên navnetewyî destek nadin koçberan.″
Piştî ku kamp hat avakirin, rêveberiya wê jî hat avakirin. koçber ji aliyê rêveberiya kampê ve têne pêşwazîkirin, li konan têne bicihkirin û pêdiviyên wan têne peydakirin.
Mihemed Termiş spasiya rêxistinên ku destek dane koçberan, kir û bang li rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî kir ku bi koçberan re bibin alîkar.
ANHA/MINBIC