NESRÎN ELÎ / ANAH/HESEKÊ
5 hezar û 257 malbatên ji bajarokên Hecîn û Baxozê ku ji aliyê şervanên QSD‘ê ve hatin rizgarkirin gihaştin kampa Holê.Şervanên QSD‘ê ji bo rizgarkirina sivîlên li deverên di bin dagirkeriya çeteyan de korîdoreke ewlehiyê vekiribû. Di vê çarçoveyê bi hezaran sivîl ku çeteyên DAIŞ‘ê wek mertalên zindî bi kar dianîn, ji pencên çeteyan rizgar kirin û ew derxistin herêmên bi ewle.
Kampa Holê 9‘ê Adara 2016`an ji aliyê Buroya Karûbarên Koçberan a Desteya Karûbarên Civakî û Koçberan a Herêma Cizîrê ve hat vekirin.Kampa Holê ku di demên berê de 24 hezar koçber û penaber hewandibûn, 5 hezar û 257 malbat ango 18 hezar û 721 koçberên ji Dêrazorê bi alîkariya QSD`ê gihîştin kampa Holê.
Pêwistî bi konan heye
Rêveberên kampê diyar kirin ku hejmar pir zêde ye, ji ber vê yekê derfetên wan têrê nakin ku konan ji bo vê hejmarê peyda bikin. Rêveberan daxwaza alîkariyên mirovî kir.