Piştî gera xwe a li cihê kampê, Dijwar Ehmed ji ANHA’yê re axivî û got, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê welatiyên herêmê bi mercên pir dijwar de ne. Ehmed weha peyivî: “Herêmên Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk li pêşiya hemû koçberan vekirî ne. Em amade ne ku pêşwaziya wan bikin. Ev koçber xuşk û birayên me ne, em ê jî alîkariya wan bikin.”

Firehiya kampa ku tê amadekirin 300 donim erd e, jê 20 donim erd hatiye rastkirin û hatiye amadekirin. Cihê serşuştinê, kanalîzasyon hatine amadekirin. Dê tevnên elektrîk û avê jî werin kişandin. Dijwar Ehmed got: “Ev kamp dikare 5 hezar koçberan rake. Em niha binesaziya wê ava dikin da ku koçber zivistanê astengiyan nekişînin. Komîseriya Bilind a Koçberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî jî alîkariyê dide avakirina kampê.” 


 ANHA/SERÊKANIYÊ