Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê TJK-E´yê li Hollandayê li ser jineolojî û dîroka jinê perwerdeyeke 3 rojan pêk anî.

Bi qasî 50 jinên ji Hollanda û Belçîkayê hatî beşdarî perwerdeyê bûn.

Li perwerdeyê di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de guftûgo hatin kirin. Di guftûgoyan de li ser kuştina jinan û her cure şîddeta li beramberî jinê hat gotin, divê xweparastinê jinê were xurtkirin û rêxistinkirina jinê were mezinkirin.

Rêveberiya perwerdeyê diyar kir ku divê jin sîstema xwe biafirînin û ji bo vê jî ew ê perwerdeya xwe bidomînin.

Di kampa perwerdeyê de ji bo zarokan jî bernameyeke xweş a kêfa wan bê hat amadekirin.

 

AMSTERDAM