Di roja Aştiyê ya Cihanê, yanî 1´ê Îlonê de çalakiyên Kampa “Rheinmetallê bê çek bikin” li Unterlussê dest pê kir. Di roja pêşî de beşdaran fikrên xwe li ser çareseriya arîşeyan bi rêyên aştiyane ji hev re gotin, û wan wekî din behsa angajmanên li dijî şer û hilberîna ji bo şer kir.
Ji seranserê Elmanyayê çalakger beşdarî kampê bûn. Beşdaran nexasim jî îşaret bi wê yekê kir ku artêş di demên aştiyê de jî mirovan dikujin, û ji bo vê yekê jî behsa guhertina awayê birêvebirina şeran hat kirin. Li gorî beşdaran êdî şer bi wekalet tên meşandin û ew vê rexneyê li Elmanyayê digirin: Elmanya van şeran bi hilberîna sîlehan a bi destê Rheinmetallê sor dike û şirketên mîna wê jî di warê pratîk de bi lîsansên firotina ber bi derve ve tên destekkirin (subvansiyonên veşartî). Parlamenterên SPD û CDU (weke Lühmann û Otte) wê weke şirketa ewlekariyê nîşan bidin jî, reklama wê bi slogana “low cost to kill” (Bi erzanî kuştin) e. Ew tankên modern, topên obus û cebilxaneya modern hildiberîne da ku di şerên li dijî hiqûqa navneteweyî de bên bikaranîn, weke şerê Tirkiyeyê li Sûriyê.
Heta 7´ê Îlonê kamp wê bi semîner û çalakiyên cihê dewam bike û 7´ê Îlonê saet 13´an wê xwepşandaneke mezin hebe, çalakger wê heta bi dergehê fabrîkaya Rheinmetallê bimeşin. Çalakger dixwazin her rexne li şirketên weke Rheinmetall bigirin û wan bloke bikin, heta ku “bimirin“.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku tankên Tirkiyeyê di dagirkirina Efrînê de bi kar anîn yên vê şirketê bûn û ev şirket dixwaze li Tirkiyeyê Fabrîkayeke tankan veke.
CELLE