Ji bo malbata Arkan Hussein Khalaf (Xelef), kampanyayeke alîkariya madî hat destpêkirin. Arkan kurekî 15 salî yê malbatekê ye ku ji Şengalê ji fermana Tebaxa 2014´an filitîbû û li Elmanyayê bûbû penaber. 7´ê Nîsanê, gava wî ji bo ku hinekî bêhna xwe vede xwest bi bisiklêtê xwe bigere, kesekî Elman ê bi navê Daniel S. dema ew li lampeyan sekinîbû, ew kêr kir û kuşt. Derket holê ku têkiliyên vî kesî bi neonaziyan re û bi rêxistinên rastgir re hene. Lê polîsê Elman halê hazir hewl dide bûyerê weke "munferîd" nîşan bide. Niha gelek komeleyên li dijî rastgiriyê û yên Êzîdiyan ji bo alîkariyê bidin malbata hewcedar, kampanyayeke alîkariyê li ser înternetê da destpêkirin. Di metna banga ji bo alîkariyê de tê gotin, ew ê xebata xwe dewam bikin da ku doza vê êrişê bişopînin, lê ji ber ku malbat hewcedarê alîkariyê ye, ew vê kampanyayê jî lezgîn didin destpêkirin. Ev alîkarî wê ji bo mesrefên veşartina cenaze û şînê bên bikaranîn û bibe nîşana piştgiriya bi mexdûrên êrişên şideta rastgir re. Komele û saziyên pêşî destek dane vê banga alîkariyê ev in: ALC – Antifaschistische Linke Celle Attac Celle Buntes Haus Celle Celler Forum gegen Gewalt und Rechtsextremismus Empower Hamburg Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî - SMJÊ Komleya jinên Êzîdî "Hêvî – Hewara ji bo Jinên di rewşa hewarê de“ Feministischen Kampagne “Gemeinsam Kämpfen“ Flüchtlingsrat Niedersachsen Fridays for Future Celle glokal e.V. Hevgirtina Ciwanên Êzîdî-HCÊ Jugendliche ohne Grenzen Justizwatch MCÊ Mala Êzîdiya Celle/Êzîdisches Kulturzentrum Celle e.V. MŞD NAV-YEK Netzwerk für (rassismus)kritische Migrationsforschung: Repräsentation, Community & Empowerment Netzwerk Polylux e.V. ReachOut Berlin RespAct Niedersachsen Tribunal „NSU-Komplex auflösen“ Verband der Beratungsstellen für Betroffene rechter, rassistischer und antisemitischer Gewalt e.V. NAVENDA NÛÇEYAN