Li herêma Kobanê jî kampaniya aşlekirina zarokên yek rojî heta 5 salî dest pê kir, kampaniya ji aliyê Meclisa Tendursitî a Kobanê roja 6`ê çile li gundên Rojhilantê Kobanê destpê kir. Endamê Meclisa Tenduristiyê Hikmet Ehmed da zanîn ku derziyên aşlekirinê ji rêxistina Unicef a Netewyên Yekbûyî gihiştine destên wan û ewê piştî gundên herêmê li bajêr jî kampaniyaya aşlekirinê bidin destpêkirin. Li aliyekî din Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Kobanê li dibistanên bajêr geriya û rewşa tenduristî a zarokan şopand. Komîteya ku 3 bijîşkên pispor pêk tê li 3 dibistanên bajêr geriya û rewşa tenduristî a zarokên dibistanan kontrol kir, komîteyê li hinek zarokên nexweş derman belav kir.
EFRINKOBANÊ