Kampanyayên bi armanca piştgiriyê bidin gelê Rojava berdewam dikin. Alîkariyên li Cizîr, Bîsmîl, Şirnex, Qers, Mêrdîn û Amedê hatin komkirin li kamyonan hatin barkirin û şandin Rojava.

CIZÎR: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo Rojava bi tonan melzeme hatin komkirin. Di nav alîkariyên hatin komkirin de ar, meqerne, savar, şekir, birinç, beqle, bezên zarokan, mamaya zarokan û gelek tiştên din hene. Alîkariyên çend heftene tên komkirin li Mala Şînê ya Gel a Şaredariyê tên sekinandin. Alîkariyên hatin komkirin bi tevlîbûna Şaredar Mustafa Goren, rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sîvîl li wesayîta barkirin û ji bo bişînin Rojava bi rê ketin.
BÎSMÎL: Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî alîkariyên ji bo Rojava hatin komkirin şandin Rojava. Di nav alîkariyên hatin komkirin de ar, meqerne, savar, şekir, birinç, beqle, bezên zarokan, mamaya zarokan û gelek tiştên din hene. Alîkariyên hatin komkirin li komyonekê hatin barkirin û şandin Rojava. Şaredara Bîsmîlê Cemîle Emînoglu diyar kir ku dê kampanyaya wan berdewam bike.
ŞIRNEX: Li Şirnexê ji bi heman armancê piştgirî berdewam dike. Alîkariyên hatin komkirin bi 2 kamyonan şandin Şaredariya Nisêbînê. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar diyar kir ku armanca wan ew ew ku 20 kamyonan bişînin.
QERS: Rêxistina BDP'ê ya Qers û KCD'ê jî bi daxuyaniyekî diyar kirin ku wan kampanyaya alîkariyê da ye dest pê kirin. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Qersê Nuriye Erkmen û Şerafettîn Îldîrîm, Delegeyê KCD'ê yê Qersê Şemîstan Ayazdîr, KESK, DÎSK û MEYA-DER tevlî civînê bûn. Di civînê de ji bo alîkariyê bidin gel Rojava kampanya bê destpêkirin biryar hate girtin. Di civînê de bang li hemû kesî hate kirin ku ji bo alikariyan bihestiyar bibin.
MÊRDÎN: Bi ser Nisêbînê re ji Qamîşloyê re alîkarî berdewam dikin. Ji Qoserê 7 kamyon û TIRek bi giştî 180 ton, ji Amedê 3 kamyon zexîre û mamaya zarokan şandin Rojava. Di dema alîkarî hatin şandin de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Rêxistina BDP'ê Reşat Kaymaz, Wekîlê Şaredarê Qoser Haşîm Baday, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û gelek kesên din amade bûn.
Wekîlê Şaredarê Qoserê Haşîm Baday li ber Navenda Çandê ya Mîtanniyê daxuyanî da û diyar kir ku di nava 15 rojan de gelê Qoserê, Şaredariya Qoserê, rêxistinên sivîl ên civakî, Komeleya Zahîreciyan, Herêma Organîze û Pîşeyê ji bo alîkariyaê bidin gelê Rojava alîkarî kirin. Serokê Herêma Organîze ya Pîşeyî ya Mêrdînê Nasir Duyan jî diyar kir ku wan jî serî li Şaredariya Qoserê dan û da ku alîkariyê bidin Rojava û wiha got: "Me ji xwe berê alîkariyên xwe komkiribûn.Ya ji destê me tê em dê bikin." Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdînê Reşat Kaymaz jî spasî li hemû kesî kir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî wiha got: "Ez spasiyên ji Şaredariya Nisêbînê û gelê Nisêbînê dikim. Ji roja yekemîn hate niha êşa gelê Rojava di dilê xwe de hîs kirin."
Piştî daxuyaniyan alîkarî birin Deriyê Sînor ê Nisêbînê. Piştî karmendên Gumrukê kontrol kirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Rêxistina BDP'ê Reşat Kaymaz, Wekîlê Şaredarê Qoser Haşîm Baday, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û Serokê Herêma Organîze ya Pîşeyî ya Mêrdînê Nasir Duyan alîkarî birin Qamîşlo.

NAVENDA NÛÇEYAN