Pêkhateyên Yekitiya Hêza Şoreşger li avahiya BDP'ê ya Bajêr civîneke çapemeniyê lidar xistin û der barê kampanyayê de agahî dan. Di civîna çapemeniyê de Hevserokên Rêxistina BDP'ê ya Bajêr Ergîn Dogrû û Leyla Akyildiz, Serokê Rêxistina ESP'ê ya Bajêr Ekber Kaya û Serokê Rêxistina EMEP'ê ya Bajêr Mûstafa Taşkale amade bûn.
Dogrû li civînê peyivî û diyar kir ku Yekitiya Hêza Şoreşger ne tenê ji bo hilbijartinan li hev kom bûye û destnîşan kir ku ev yek ji bo pêşeroja Dêrsimê yekitiyeke stratejîk e.
Dogrû der barê kampanyayê de axivî û got, "Bîranîna komkujiya Dêrsimê ji bo me girîng e. Weke ku tê zanîn navê Dêrsimê di 25'ê Kanûna 1935'an de bi Qanûna Der barê Rêveberiya Wîlayeta Tunceli ya bi hejmara 2884'an re hat guhertin. Emê bi vê kampanyayê re bixwazin navê Dêrsimê ku li nava gel ji xwe tê bikaranîn û rewa ye, di warê qanûnî de bê radestkirin. Bi vê armancê heta 4'ê Gulanê Roja Dêrsim Tertele emê kampanyayeke mezin birêxistin bikin. Emê komîsyonên xwe yên ji bo hilbijartinan hatine avakirin dewam bikin û mal bi mal bigerin, îmzeyan berhev bikin."
Serokê Rêxistina ESP'ê ya Bajarê Dêrsimê Ekber Kaya jî di axaftina xwe de got, "Bîranîna komkujiya Dêrsimê ji bo me wezîfeyeke girîng e. Emê canên xwe yên hatin qetilkirin bi serdanên li ser gorên wan, bibîr bînin. Emê rûyê qetlîemkar ê dewletê careke din li kolanan biqîrin. Em bang li tevahiya gelê Dêrsimê dikin ku beşdarî çalakiyên me bibe."
DÊRSIM