
Ciwanên Kurd jî, ji aktîvîstên Sîkh'î di nava çend saetan nêzî hezar îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd kom kirin. Di nava kesên mora xwe avêtin binê kampanyayê de, hîndekarên zanîngehê, derhêner, doktor, rojnamevan, muhendîs, parêzvanên mafên mirovan û gelek komên pişeyî hene. Ciwanan bi vê kampanyayê re der heqê tevgera azadiyê ya Kurd û şerê bi dewleta Tirk re agahî dan biyaniyan.
Yek ji berhevkarên îmzeyan Koordînatora YXK-Brîtanya Elîf Sarican got, "Gelê Sîkh'ê me bi hêsanî fêm kir, ji ber ku rewşa wan jî hinekî dişibe ya me û ji ber vê yekê piştgirî dan. Heta niha der heqê rewşa gelê Sîkh'ê de zêde agahiya min nebû, lê belê gava min ji wan re behsa pirsgirêka Kurd kir, min ew hîn baştir fêm kir.
Waliyê Hewlêrê jî destek da
Ji aliyên din ve Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî jî îmzeya xwe avêt. Şandeyek ji Însiyatîfa Kampanya Îmzeyan a ji bo Azadiya Ocalan Kawa Nadir, Şikrûllah Hemedemîn û Serdar Star çûn serdana Walîtiya Hewlêrê. Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî ji ber serdanê malavahiya şandeyê kir û got, "Ez gelekî kêfxweş im, di vê kampanyayê de cih digirim. Tê zanîn Birêz Ocalan ji aliyê milyonan Kurdan ve weke Rêberekî tê dîtin û ji xwe weha ye. Birêz Ocalan yek ji lîderên Kurdan e û divê tavilê bigihêje azadiya xwe."
Piştre, ji endamên şandeyê Serdar Star, pirtûkek Ocalan diyarî Hadî kir.
LONDON/HEWLÊR