Bi armanca gotûbêjkirinqa pirsgirêk û astengiyên ku welatiyên Kantona Cizîrê bi wan re rûbirû dibin û nîqaşkirina rewşa xizmetaguzariyê, Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê li navenda xwe ya li bajarê Amûdê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di civînê de Serokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo, endamên Dîwana Meclîsê Ebdilkerîm Siko û Ekrem Mehşûş û hemû endamên Meclîsê Amade bûn.

Beşdarên civînê rewşa jiyanî û xizmetguzariyê ya kantonê bi awayekî berfreh gotûbêj kir. Her wiha karên şaredariyên herêmê û pêkanîna wan ji erka xwe re nirxandin. Di berdewama civînê de pirsgirêkên ceyranê û qanûnên ku hatin dexistin û pêk nehatine gotûbêj kirin.

Her wiha beşdaran rewşa tendirûstiya welatiyên li kantonê bi taybet rewşa deverên nêzî eniyên şer ên weke bajarê Serêkaniyê û Til Temir gotûbêj kirin. Di civînê de hate gotin ku ji ber şer û pevçûnan li deverê nêzî eniyên şer dibe ku nexweşî derbikevin. Beşdaran destnîşan kirin ku nexweşiya leishmaniose di herêmê de gelekî belav bûye û gotin ku pêwîste rê li pêşiya belavbûna vê nexweşiyê bête girtin. Di civînê de ji Desteya Tendirûstiyê hate xwestin ku gavên lezgîn derbarê mijarê de bavêje.

Hêjayî gotinê ye ku biryar bû ku Meclîsa Zagonsaz di vê civîna xwe ya asayî  de paşûnameya qanûna odeyên bazirganî û pîşesaziyê gotûbêj bikira, lê ev civîn ji bo gotûbêjkirina pirsgirêk û astengiyên ku welatiyên Kantonê bi wan re rûbirû dibin, hate derengxistin. 


 AMÛDÊ