Têkildarî armanca kampanya komkirina îmzeyan endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Ezîz Îbrahîm, got; “Armanca me ya destpêkirina vê kampanyayê, ji bo derxistina baregeh û navendên karên sîxurî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ne. Wê kampanya me 2 mehan dewam bike.”

Ezîz Îbrahîm jî got; “Em ji gelê welatparêz ê herêma Raperîn û derdora wê daxwaz dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin. Ev jî cihê keyfxweşiyê ye ku heya niha xelkê herêmê bi germî pêşwazî li kampanya komkirina îmzeyan dike.“

Ebdullah Qadir ku yek ji kesên tevlî kampanya komkirina îmzeyan bûye, dibêje, “Pêwîst e gelê Kurd bi hemû cûre çalakiyan û komkirina îmzeyan li dijî hebûna eskerên Tirk rabe. Ji ber ku Tirkiye ji bo armanca xwe hatiye Başûrê Kurdistanê, ne ji bo alîkarî û dostaniya Kurdan.”

Di dawiyê de jî Ferman Semed ku di kampanya komkirina îmzeyan de cih digire, wiha qala armanca xebata xwe kir; “Ev hewldan helwestek demokratîk û medenî ye. Ji bo wê jî divê hemû pêkhateyên li Başûrê Kurdistanê tevlî vê pêngavê bibin. Hebûna van eskerên Tirk li Başûr pirr metirsîdar e. Divê gelê Kurd û aliyên Başûr li hemberî vê yekê helwêstek cidî nîşan bidin. Ji ber ku armanca Tirkiyê ya hatina Başûr êrîşkirina ser Qendîl, Mûsil û Kerkûkê ye. Ji bo wê jî divê gelê Kurd li hemberî vê hişyar be.”


MIHEMED HESEN / ROJNEWS / RAPERÎN