Li navçeya Agiriyê, Bazîdê, kampanyaya ‘cil û bergên herêmî li xwe bike, li çanda xwe xwedî derkeve’ dest pê kir. 

Ciwanên Bazîdê ji bo cil û bergên herêmî yên weke fîstan, şal û şapik ku  Kurd pirr li xwe dikin û di demên dawî de lixwekirina wan dikeve ber ‘propagandaya rêxistinê’  kampanya dan destpêkirin.

Armanca kampanyayê ew e ku çanda cil û bergên herêmî were parastin û geşkirin. Adem Karahan ku pêşengiya kampanyayê dike, got, di demên dawî de lixwekirina cil û bergên herêmî qedexe tê hesibandin û bi van polîtîkayan dewlet dixwaze yek ji nîşaneyên girîng a çanda Kurdan tine bike. Karahan bal kişand ser êrîşên li vê meydanê û got, ji bo ku mirov li dijî van êrîşan derkeve divê mirov li ziman, çand û xaka xwe zêdetir xwedî derkeve.

Karahan têkildarî kampanayê got, “Tenê armanceke vê kampanyayê heye: parastina çanda Kurdan. Em dibînin ku nifşê nû di dema dawî de ji cil û bergên herêmî dûr dikeve. Bi kampanyayê em hewl didin ku dawî li vê bînin. Çandeke me heye û divê em hemû bi hev re li vê xwedî derkevin.”  


 ANF / BAZÎD