Ji bo paqijkirina keleha dîrokî ya Caber a li Tebqayê kampanyayekê dest pê kir.
Pêngava paqijkirinê bi dirûşmeya “Mil bi mil em ê bi paqijkirinê bi pêş bikevin” bi koordîneya Gerînendeya Tûrîzm û Şûnwaran û Komîteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan û beşdarbûna bi dehan ciwanên Tebqayê hate lidarxistin.
Kamnayayê nîvrojê dest pê kir û 3 saetan dewam kir. Di vê çarçoveyê de qada kelehê, hundir û derveyî wê hatin paqijkirin.
Havîna bihurî jî Gerînendiya Tûrîzm û Şûnwaran bi hevkariya Meclisa Jinê ya Tebqayê pêngava paqijkirina keleha Caber kiribû.
Çeteyên DAIŞ‘ê dema ku herêma Tebqayê dagir kiribû, keleh kiribûn baregeha eskerî û li aliyekî din jî hemû parçeyên wê yên dîrokî talan kiribûn.
Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) 10‘ê Gulana 2017‘an herêm ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kiribû.
n ANHA / TEBQA