Dijberên Bendavan û saziyên sivîl ên civakî hevpar li dijî bendavên ku li ser ruyê cîhanê tên avakirin kampanyayek navneteweyî dan destpêkirin. Parazvanên derdorê û dijberên bendavan bi navê "Damocracy" kampanya navneteweyî dan destpêkirin. Parazvanên mafên xwezayê dê ji bo parastina Heskîf û Amazonan bi hevde têbikoşin. Kampanda dê di qada kurevî de bê meşandin û Komeleya Xwezayê, Amazon Watch, Rivers International û gelek saziyên din dê piştgiriyê bidin.
Kampanya "Damocracy" armanc dike ku rê li pêş avakirina bendavan bigire û balê bikşîne ser bandora benavan a li ser xweza, derdor û çandê. Di navenda kampanyayê de Bendava Heskîfê heye.
Seroke Komeleya Xwezayê Guven Eken, anî ziman ku dê li dijî polîtikayên dewlet û şîrketên ku xwezayê dixin talûkeyê têkoşînê bidin.

DÎHA/AMED