Karmend, anî ziman ku salek berê cihazên X-ray ên gelek hesesa hatin kirin, lê ligel cihên nava hemû wesayîtan nîşan bidin ligel saleke hatin kirin hêj nehatine bikaranîn. Karmend wiha got: "TIR'ên ji aliyê Tirkiyeyê tên li qada gumrukê tên sekinandin û piştî TIR'ên ji aliyê Suriyeyê hatin li wan bar dikin. " Karmend da zanîn ku çekên giran ên çeteyên DAIŞ'ê yên weke doçka û çekên din ên bûne xurde li qada gumrukê di depoyekê de tên sekinandin û li ser van çekan xwîn heye.


Li Serêkaniyê tevgera çeteyan

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştgiriya lojîstika ji Tirkiyeyê digirin a li hemberî Kobanê berdewam dikin. Kesên biyanî yên di konê li baxçeyê Qereqola Cendirmeyan a gundê Hummera Jorîn a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê de bû sedema gumanan. Welatiyên gundên derdorê 14 kesên di kon de weke çeteyên DAIŞ'ê bi nav kirin. Li gor agahiyan kesên di kon de tenê bi erebî û îngîlîz di navbera xwe de diaxivin. Ligel vê yekê welatiyan ji rayedarên leşkeran pirsa kesên li wir kîne pirsîn û rayedarên leşkeran bersiva "Li navenda navçeyê ji ber ku cih nemaye li vir dimînin wê ji vir biçin " dan. Li navçeyê ev yek weke "Amadekariyên êrîşê li Serêkaniyê bikin" hate nirxandin. 

RIHA