Bi amadebûna malbata şehîd, dost û hevrêbazên şehîd bîranîn pêk hat. Destpêkê merasim bi deqîqeyek rêzgirtina li ser giyanê hemû şehîdên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştre momên hatibûn amadekirin ji aliyê malbatê ve hatin pêxistin, herwiha kurte filmek li ser jiyana şehîd Bira Perwer hate pêşkêş kirin. Di merasima 40 rojiyê de li ser navê malbata şehîd, nûnertiya KCK’ê li Başûrê Kurdistan, Komîteya Yeketiya Niştîmanî li Teqteq, Tevgera Azadî, Nûnertiya Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) û encumeniya penaberên Kobanê ya li Koyê axaftin hatin kirin.

´Em deyndarê şehîdan e´

Li ser navê malbata şehîd, birayê şehîd Ebdo Şahîn axivî. Ebdo got: “Şehîd Bira ne tenê şehîdê me ye, şehîdê hemû Kurdistanê ye. Ji ber ku îro çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya Tirkiyeyê hemû hêzên xwe li Kurdistanê bicih kirine û bi taybet li Kobanê. Nûnerê PYD’ê yê li Başûrê Kurdistanê Fûat Kobanê jî axivî û got, "em weke Partiya Yeketiya Demokratîk bejna xwe li hember hemû şehîdên di rêya azadiya gelê me de û bi taybet li hember malbata şehîd Kanîwar ditewînîn. Şehîd Kanîwar yek ji şehîdên berxwedana keramet û rûmeta neteweya me ne. Weke PYD li Rojavayê Kurdistanê em xwe deyndarê şehîd Kanîwar û hemû şehîdan dibînîn.” Li ser navê Komîteya Yeketîya Niştîmanî Kurdistanê ya li Teqteqê, Tevgera Azad û Komîteya Peywendî ya KCK’ê axaftin hatin kirin. Merasim bi sloganên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî berxwedana Kobanê’, bi dawî hat.


 ROJNEWS/TEQTEQ