Xsweseriya Rojavayê Kurdistanê li ser 3 kantonan tê dabeşkirin. Di şahiyek mezin de kantona Cezîrê (Qamişlo) hate ragihandin. Di Meclisa Rêvebiryê de 22 kes hebûn. Ji pêkhatiyên vê herema hema hema hemû hebûn. Kurd, Suryanî û Ereb hebûn. Di nava ereban de 2 kesayetî ji malbata şêxên eşîra (Cibûr) a ereb jî hebûn, ku ew yek ji mezintrîn eşîreyên ereb yên li Iraq û Sûriye ye. Rewşa herema Cezîrê ne mîna ya Efrîn û Kobanê ye. Ev herem bi sedhezaran Ereb, Asûr/Suryanî, Ermenî û Çaçan lê dijîn. Herem bi tevahî ne kurd e mîna Efrîn û Kobanê. Ji ber vê yekê divê şêweyê rêvebiryê tam li ser bingeha biratiya gelan pêk were. Ev yek di ragihandina rêveberiya kantonê de xwe baş rû da. Ji vir heta 4 mehên li pêşiya me ku hilbijartin dê pêk werin, divê ev meclisa demikî karê xwe bi pisporî bike. Di meclisa bêt de divê hemû pêkhatî cihê xwe bigrin. Ji bo Kurdên Êzîdî, Çaçanan û Cihûyan divê (Kota) were danîn.  Herêma Cezîrê ku çandinî û petrola Sûriyeyê hemû ji wir tê hilbirîn, hesasiyetek wê heye. Divê Meclisa Rêvebiryê pîlana bikaranîna hemû derfetan baş pêkbîne û ji bo xizmetkariya gel bide xebitandin. Hîna gelek aliyên kurd, ereb û xirstiyan tevî vê rêvebiryê nebûne. Di dema pêş de divê ew jî cihê xwe bibînin û beşdar bibin.

Li himberî vê destkeftiyê gelek neyar û dijber hene. Di serî de dewleta tirk dê hewl bide eşîreyên ereban, komên çete û hin komikên kurd yên marjînal li dijî bide xebitandin. Dê hewl bide vê tecrubeyê têk bibe û dewrî şerekî navuxuyî bike. Jixwe me di roja 2 mîn de dît ku çawa li bajarê Dêrikê, ku ewletrîn bajarê rojavaye, erbeyek bombebarkirî teqiya. Ewê ji îro û pêve rêjeya êrîş û siwîqastan zêdetir bibe. Dibe ku ev êrîş tam li dijî kesayetiyên ereb û suryanî yên ku di nava vê rêvebiryê de cihê xwe digrin, pêk werin. Li dijî vê tahlûkeyê divê tedbîrên cidî werin girtin.  Muxalefeta nijadperest ya Sûriyeye (Koalisyona Hêzên Muxalefetê) ku destekê ji Tirkiyê û welatên kendavê digre, yekser daxuyaniyek li dijî damezrandina kantona Cezîrê derxist. Ev gava rêvebirya heremî mîna „tahlûkeyek li ser yekîtiya Sûriyeye“ diyar kir. Tiştê seyir ew bû ku kurdên di nava vê koalisyonê de cihê xwe digrin, ev daxuyanî erê kirin, lê di heman demê de li dijî rêveberiyê û PYD kampaniyek reşkirinê dan destpêkirin û PYD bi „ têkbirina ciyografiya Rojavayê Kurdistanê“ û „ daxistina mafên kurdan ji fedrasyonê bo xweseriyek kantonan“ tewanbar kirin!.  Ev komikên kurd yên ednamên koalisyona nijadperest qaşo fedraliyê dixwazin, lê di heman demê de daxuyaniya kolaisyonê ya li dijî rêveberiya heremî( ku ji fedraliyê kêmtir e) mor dikin!.  Xweseriya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên kurdistanî yên mezin ve ( PKK, PJAK, YNK û Goran) hate pîrozkirin. Tenê PDK ev gava dîrokî û ev deskeftiya gelê kurd li Rojava pîroz nekir. Berovajî vê yekê, alavên ragihandina xwe, bi taybet jî televizyona Rûdaw ( ya ku li dijî YPG wek alava reşkirin û şerê taybet hatibû damezrandin) dan xebitandin. Destek da helwesta dewleta tirk û koalisyona nijadperest. PDK dê di pêşerojê de şerê xwe yê li himberî vê ezmûnê xurtir bike û hewl bide wê ji hidir ve birûxîne. PDK wek partiyek maldar û tenê desthilatdara 2 welayetan, dê rê nede PYD û hevkarên wê ku heremek ji ya „wê“ mezintir û xwedî çandinî û petrol li ser piyan bisekine. Ev yek wek stratîjiya PDK ya demdirêj û wek xwesteka AKPê jî dê derdikeve pêş. Li ser asta kurdistanî di 20 salên li pêşiya me de, dê PDK dibe hêza 2 yemîn a hilbirîna petrolê li tevahiya cîhanê. Eger tu pêşveçûn rû nedin, dê PDK ji bo xwe her roj 6 milyon bermîl petrol bifroşe. Ev rola aborî rolek siyasî li heremê dixwaze. Dewleta tirk jî dê li himberî barkirin û firotina petrola PDK li marketên cîhanî doza hevkariyek zêdetir li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê bike. Bê guman ev mijarek gelekî hestyar e û derbarê wê de pêdvî bi lêkolînek dûr û dirêj heye.  Ji bo tecrubeya kantonên li Rojavayê Kurdistanê bi serbikeve, divê rêjeya beşdariya pêkhatiyan zêdetir bibe. Hemû kes xwe di vê forma rêvebiryê de bibîne û sûdê jê werbigre. Her weha di warê ewlekariyê de divê tedbîrên cidîtir werin girtin. Tevlîbûna ereb û suryaniyan ya nava YPG xweşik û li gorî rêbazên hestyar were pêkanîn. Deriyê beşdarbûna nava vê projeyê ji bo partiyên kurd vekirî bimîne. Bi taybet ew partiyên ku hîna cihê xwe di nava Koalisyona Stenbolê de digrin û baweriya wan bi têkçûna rejîma Esed û mudaxeleyek eskerî ya DYA û Natoyê heye.
Di warê têkilyên diplomasî de, divê ev proje xwe li ser asta hindrîn, heremî û navnetewî bide qebûlkirin. Kordînasyona Hêzên Demokrat ( Heyet El-tensîq) di daxuyaniyekê de ev gav pîroz kir. Ev helwestek erênî bû. Liva diplomasî divê xurtir bibe. Li welatên ereb û Ewropayê divê nûnerayetiya van kantonan bête vekirin `u serî li wezaretên karê derve were danîn da ku vê forma rêveberiya gelan nas bikin û têkiliyan bi wê re deynin. Xwparastin, nûneratiya hemû pêkhatiyan û têkilyên diplomasî. Ev gavên pêş û pêdeviyên herî lezgîn yên hikûmeta her 3 kantonên Rojavayê Kurdistanê ne..