Peykerê Mao wê li herêma Hînan li naverasta welatê Çînê were danîn. Ew peyker wê li ser erkê karsazên Çînî hatiye saz kirin, bilindbûna peykerî 37 metro ye, di peykerî de Mao rûniştiye, herdu destên xwe danîne ser hev, li ser kursiyekî rûniştiye.
Çalakvanên welatê Çînê bi tundî rexnê li çêkirina vî peykerî dikin, daxwaz dikin ku dewlemendên Çînê rewşa hejarên wî welatî baştir bikin û ne peykeran ji kesekî re saz bikin.
Mao Tse Tung di salên pêncî de serokê welatê Çînê bû, hê jî wek sembolekê li welatê Çînê tê nasîn.
PEKÎN