
Fermandarê Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan, bi riya cîhaza ragihandinê ji gerîlayên li bakurê Kurdistanê re axivî û diyar kir ku pêvajo hatiye asteke krîtîk. Karayilan destnîşan kir ku ew neçar hatine hiştin ku vekişînê rawestînin. Ji bo pêk hatina çareseriyê Karayilan bal kişand ser sê xalên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye û anî ziman ku ew ê helwesta xwe ya li pêşberî pakêta Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 30’ê Îlonê de aşkera kir, di rojên pêş de bi deklarasyonekê ji raya giştî re aşkera bikin û wiha got: “Em ji dil nêzî pêvajoyê bûn û durust bûn. Ger bi rastî dewleta Tirk hebûn û vîna gelê me qebûl bikira, dest ji siyaseta înkarê berdana û li gorî çarçoveya destpêkê ya Rêberê me bi nameyên ji me û wan re şandî tevbigeriya, em ji bo çareseriyeke mayînde amade bûn. Rêberê me ev name hem ji me re hem jî ji dewleta Tirk re şandibû. Me di nava xwe de nîqaş kirin; ya rast me bi hêsanî biryar nedan. Lê di encamê de me biryar dan beşdar bibin. Dewleta Tirk jî da xuyakirin ku ew jî beşdarî çareseriyeke di vê çarçoveyê de dibe. Heyeta çû gel Rêberê me, bersiveke erênî da. Di wê nameyê de pêvajoya çareseriyê wekî sê qonaxan dihat nirxandin; di kîjan qonaxê de kî yê çi bike, pêvajoya çareseriyê dê çawa bimeşe, dihatin ravekirin. Wan jî, me jî ji vê nameyê re gotin ‘erê.’ Me wezîfeyên di asta yekemîn de diket ser milê me, bicih anîn û dewam kirin. Lê wan pêwistiyên berpirsyariyên xwe bicih neanîn û me li dewletê nihêrîn ku qet ne di wê astmosferê de ye.”
Ziman neguherî
Karayilan destnîşan kir ku zimanê xirab yê hikûmetê û ya dewletê di pêvajoyê de jî berdewam kiriye û wiha pêde çû: “Zimanê ku bikar dianîn jî neguherandin. Dijberiya xwe ya li hemberî Tevgera me dewam kir, tecrîda li dijî Rêberê me dewam kir. Siyasetmedarên Kurd ên dîlgirtî ku tu helwesteke wan a derveyî qanûnî nebû, nehatin berdan. Gelo bawerî dê çawa derkeve holê! Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê tu gavên ku baweriyê biafirîne neavêtin.”
Karayilan diyar kir ku ger dewletê gav biavêta rewşeke cuda dikarî derketibûya holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tu bingeheke qanûnî ya vekişîna me nebû. Diviyabû meclisê biryar bigirta, lê negirt. Ger biryar bigirta, rê vebûya, wan jî berpirsyariyên xwe bicih bianiyan û ji aliyê xwe ve gav biavêtina, rewş dikarîbû cuda bûya.”
Karayilan îdiaya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ku digot, ji sedî 20 vekişiyane, wekî ‘înkar’ê bi nav kir û wiha got: “Înkar dikin. Dibêjin ji sedî 20 vekişiyane. Tu ji ku dizanî vekişiyane yan venekişiyane! Tu ji ku dizanî çiqas jê vekişiyane rojhilatê Kurdistanê yan jî devereke din. Tu tenê yên hatine Metîna tesbît dikî. Yanî li gorî xwe tespît û înkariyê dikin.” Karayilan anî ziman ku paqijiya rê ya ji bo pêvajoya çareseriyê hatibû destnîşankirin nehatiye kirin, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) û şertên Ocalan nehatine guhertin. Karayilan da xuyakirin ku pêwistî bi guhertina mejî heye.
Pêvajo di xeterê de ye
Murat Karayilan diyar kir ku pêvajoya çareseriyê hatiye asteke krîtîk û diyar kir ku ew neçar hatine hiştin ku pêvajoya vekişînê rawestînin û ji bo rêveçûna pêvajoyê bal kişand ser çarçoveya nû ya Ocalan ji bo pêvajoyê destnîşan kiriye. Karayilan got, “Eger sibê ev pêvajo xera bibe, berpirsyar ne em in. Ji bo rêveçûna pêvajoyê Rêberiyê çarçoveyeke nû pêşniyar kir. Li gorî vê çarçoveyê divê beriya her tiştî pêvajoya diyalogê veguhre muzakereyê, pêvajo li ser vê bingehê bi formateke nû bê meşandin. Bi vê ve girêdayî di bin sê sernavan de ev yek destnîşan kir: Ya yekemîn, divê di hevdîtinên ji niha û pê ve de, heyeteke serbixwe ya çavdêr amade be. Hêzek hewce ye ku yên biryarên di muzakereyan de bicih nînin hişyar bike. Ya duyemîn, ji bo çareseriya pirsgirêkê guhertinên pêwîst ên qanûnî û destûra bingehînî werin kirin. Û ya dawî jî, ji bo serketina pêvajoya hevdîtinan, şert û mercên Rêberiyê werin guhertin. Eger di van her sê mijarên girîng de gav bên avêtin, dê pêvajo bimeşe. Di rewşeke berevajî de dê pêvajo bi temamî bixetime.”
Karayilan diyar kir ku tu niyeta wan a xerakirina agirbestê nîne, lê belê pevçûneke ji ber operasyoneke dewleta Tirk, ev pêvajo dikare xera bibe.
Ne pakêta çareseriyê bû
Karayilan bersiv da daxuyaniya Erdogan ya wekê ‘pakêta demokratîkbûnê’ ne encama bazarê ye û got: “Pakêt ji xwe ne pakêta çareseriyê ye. Erdogan dibêje pakêt li ser daxwaza kesî çênebûye. Ji xwe ev pakêt ne pakêta çareseriyê ye. Vê pakê pêvajoya çareseriyê vala derxist.”
Karayilan destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê divê pêngavên pêwist bên avêtin û bi pakêtên yekalî çareserî pêk nayê û wiha got: “Ji vir şûnde divê hikûmet ji bo çareseriyê pêngavên qanûnî û makeqanûnî biavêje. Pirsgirêka Kurd bi pakêtên li ser linga hatiye amadekirin nayê çareserkirin. Ev pakêt valane.” Karayilan bi lêv kir ku bi zîhniyeta heyî çareserî ne pêkane û perwerdehiya zimanê dayikê şertê yekemîne û wiha axivî: “Li Kurdistanê perwerdehiya zimanê dayikê tune, dewlet ne du ziman be dê çareserî çawa pêk nayê.”
Deklerasyon tê aşkere kirin
Karayilan got ku di rojên pêş de dê helwesta tevgera azadiya Kurd bi deklerasyonekê bê aşkerakirin û got: “Çend rojên din dê rewş bê şopandin. Hink dibêjin ‘dixwazin nîqaş bikin, ji Ocalan agahiyê dipên.’ Ne wisa ye. Em dixwazin hîn bibin ku dewlet dê di rojên pêş de çi bike. Ji ber ku hinek hişyarî hatin kirin. Di rojê pêş de bê guman ev mijar dê bên nîqaşkirin û tevgera me dê bi deklerasyonekê helwesta xwe aşkera bike. Xuyaye ku dewlet ji bo çareseriyê qanûnên pêwist aşkera neke, wê demê em dê qanûnên xwe îlan bikin.”
Êrîşên li ser Rojava
Karayilan got li dijî îlankirina agirbestê, Tirkiye li dijî Rojava ketiye şer û balkişand ser têkiliyên Tirkiyeyê yên bi El Nusra re: “ Me agirbest îlan kir, wan jî li dijî Kurdistana Rojava şer îlan kirin. Hinek çeteyên çekdar rêxistin dikin û bi rêve dibin û li Rojava şer pêşve dibin. Delweta Tirk bi riya wan şer dan îlankirin. Ji ber ku naxwazin gelê Kurd li wir bigihêjin mafê xwe.”
Karayilan li ser navê Navenad Parastina Gel berxwedana YPG’ê ya li Rojava silav kir û daxuyaniyên ku dibêjin HPG çûye Rojava derewand. Şerekî rastî yê gel li wir heye. Li pêşberî vê vînbûyîna gel, hemû hewldanên dewleta Tirk û rêxistinên çete yên êrîşkar, têk çûne.
ANF/BEHDÎNAN